Ji 19`ê Çileyê ve ji bo kurê xwe li agahiyekê digere

Dayika Xidir Şêx Hemadî yê ku ev 55 roj e agahî jê nayên wergirtin, daxwaza girtina agahiyeke ji kurê xwe dike.

Ji 19`ê Çileyê ve ji bo kurê xwe li agahiyekê digere
15 adar, 2026   04:15
QAMIŞLO

Malbata şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Xidir Şêx Hemadî (27) ji 19`ê Çileyê de agahî jê wernegirtiye. Xidir Şêx Hemadî wê demê li bajarê Reqayê li ser erka xwe bû. 

Xidir Şêx Hemadî ji bajarê Efrînê ye, 2 keçên wî hene, wî bi malbata xwe re herî dawî di sala 2024`an de ji Şehbayê koçî bajarê Qamişloyê kiriye.

Telefona Xidir Şêx Hemadî jê hatiye standin, kesên ku telefon bi wan re ye jî, li gorî agahiyên ku malbatê dane, girêdayî komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ne. Ew kes her carê ji malbata wî re gotinekê dibêjin, carinan dibêjin “me ew kuştiye” û carinan jî dibêjin “birîndar e, di nexweşxaneyê de ye”.

Dayika Xidir Şêx Hemadî Sîham Şêx Hemadî dibêje ku ew ne dizane kurê wê sax e yan jî şehîd e û wiha got: “Ev 2 meh e em agahî jê wernagirin, ne xewa me xew e ne jî rûniştina me rûniştin e. Xêr e zarokên me digirin?”

Sîham diyar kir ku ew ferq û cudahiyê naxin navbera kurê xwe û hevalên ku pê re agahî ji wan nayê girtin, êşa wan yek e. Ew tenê dixwazin agahiyekê ji kurê xwe bigirin.

(sb)

ANHA