Mamosteyan xwestin zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de were mîsogerkirin

Mamosteyên jin ên ji bajarê Girkê Legê daxwaz kirin ku zimanê kurdî di destûrê Sûriyeyê de bibe zimanekî fermî û got, "Zimanê kurdî nasnameya me ye."

Mamosteyan xwestin zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de were mîsogerkirin
18 gulan, 2026   03:15
QAMIŞLO
KÎNAN EL SEYÎD

Mamosteyên jin ên li bajarê Girkê Legê ji ajansa me re axivîn û xwestin zimanê kurdî bibe zimanekî fermî di destûra Sûriyeyê de

Nesrîn Mehmûd anî ziman ku her tim êriş li ser zimanê kurdî hene û got: " Zimanê kurdî divê di destûrê Sûriyeyê de bibe zimanekî fermî. Ziman nasnameya me ye. Em qebûl nakin ku navên gund, bajar û dibistanan werin guhertin. Navên wan bi dîrok û fedariyên hatine kirin ve girêdayî ne."

Mamoste Nesrîn Mehmûd ji bo parastina zimanê kurdî jî bang hêzên siyasî kir ku nakokiyên xwe çareser bikin û yekitiya xwe ava bikin.

Zozan Osman jî bi bîr xist ku rejîma Baas zimanê kurdî qedexe kiribû, lê bi Şoreşa Rojava re di zimanê kurdî tevî hemû şert û mercan pêş ket û got: "Ev bûye 12 sal şagirtên Rojava bi zimanê kurdî dixwînin. Xebatên ziman gelekî pêş ketin. Meteryal hatin amadekirin, dibistan û saziyên perwerde yên zimanê kurdî hatin vekirin. Ev xebatên hatine kirin divê werin parastin û zimanê kurdî divê di destûrê Sûriyeyê de bibe zimanekî fermî. "

Narîn Mihemed destnîşan kir ku zimanê kurdî nasnameya gelê Kurd ê Sûriyeyê ye û ev li gotinên xwe zêde kirin "Em qebûl nakin ku navê gund û dibistanan werin guhertin. Zimanê kurdî bi fedakariyên mezin gihîşte vî astê. Divê hemû xebatên ziman werin parastin. Divê zimanê kurdî di destûrê Sûriyeyê de bibe zimanekî fermî."

(np)

ANHA