Di sala 2025’an de çi qewimî:  Trafîka dîplomasiyê

 Di sala 2025’an de li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevgereke dîplomatîk a çalak bi pêş ket. Di vê çarçoveyê de gelek şandeyan serdana herêmê kir û şandeyên herêmê jî li gelek welatên cîhanê hevdîtin pêk anîn.

Di sala 2025’an de çi qewimî:  Trafîka dîplomasiyê
25 kanûn, 2025   06:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Di sala 2025’an de li ser asta hundirîn û derve tevgereke dîplomatîk û siyasî bi pêş ket. Di van tevgeran de nêrîna Rêveberiya Xweser a der barê rewşa Sûriyeyê de hat ragihandin.

Trafîka dîplomatîk a sala 2025’an wiha ye:

ÇILE

13’ê Çileyê nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistanê Dr. Hemîd Derbendî nameya serokê partiyê Mesûd Barzanî ya der barê girîngiya yekrêziya Kurdî de gihand fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî.

14’ê Çileyê berpirsên Rêveberiya Xweser û Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi rayedarên Brîtanyayê çareseriyên siyasî û îstiqrara Sûriyeyê gotûbêj kirin.

17’ê Çileyê berpirsên Rêveberiya Xweser û MSD’ê li Londonê hevdîtin bi akademîsyen û siyasetmendaran re pêk anî. Di hevdîtinê de siberoja Sûriyeyê piştî ketina rejîma Baasê nîqaş kirin.

27’ê Çileyê şaneyeke hevbeş a Ewropa-Fransayê serdana Herêma Rêveberiya Xweser kir û rewşa herêmê û ezmûna rêveberê ji nêzîk ve şopand.

28’ê Çileyê nûnerên MSD’ê li Siwêdayê bi serokê rûhanî yê Durziyên Miwehidîn Şêx Hikmet El Hicrî re hevdîtin kir û avakirina dewleteke sivîl a demokratîk a li ser bingeha welatîbûna wekhev nîqaş kirin.

29’ê Çileyê nûnerê MSD’ê beşdarî civîna nûnerê NY’yê yê Sûriyeyê Geir Pedersen bû ku li Şamê li ser geşedanên li herêmê bû. Di heman rojê de jî MSD’ê bi berpirsa Kar û Barên Swêdê ya li Şamê Jessica Svardström hevdîtin kir. Di hevdîtinê de pirsgirêkên siyasî yên li Sûriyeyê û girîngiya piştgiriya YE’yê ji bo pêkanîna veguherînek siyasî ya berfireh ku aramî û temsîliyeta tevahî pêkhateyan garantî dike, hatin nîqaşkirin. 

SIBAT

25’ê Sibatê şandeyek ji Brîtanyayê serdana Rêveberiya Xweser kir, di serdanê de rewşa siyasî ya Sûriyeyê, girîngiya rêveberiya nenavendî û parastina mafên hemû pêkhateyên neteweyî û olî hatin nîqaşkirin.

28’ê Sibatê şandeyeke ji Awisturyayê bi serokatiya cîgirê serokê Beşa Kar û Barên Ewlehiyê ya Wezareta Karên Derve Günter Reissner serdana Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Şandeyê ku bi nûnerên Rêveberiya Xweser re hevdîtin pêk anî, rewşa siyasî, ewlehî û mirovî, û diyaloga nîştimanî nîqaş kir. Her wiha 2 jin û 3 zarokên ji malbatên DAIŞ'ê yê hemwelatiyên Awisturyayê wergirtin.

ADAR

10’ê Adarê fermandariya giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê peymanek îmze kir. Peyman ji bendên girêdayê entegrekirina QSD û saziyên Rêveberiya Xweser di nav saziyên dewleta Sûriyeyê de, naskirina mafên neteweyî yên Kurdan, vegera koçberan bo malên xwe û gelek xalên din pêk tê.

20’ê Adarê MSD’ê û wezîra karên derve ya Almanyayê Annalena Baerbock li Şamê rewşa herêmê û pêvajoya veguhêz li Sûriyeyê, pirsgirêka Kurd û rêveçûna peymana 10’ê Adarê nîqaş kirin.

22’yê Adarê MSD’ê beşdarî kongreya yekemîn a Hevpemaniya Hemwelatiya Wekhev a Sûriyeyê" bi navê "Hevgirtinê" bû ku li Şamê hat lidarxistin.

NÎSAN

1’ê Nîsanê di çarçoveya peymana 10’ê Adarê de, Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê û hikumeta veguhêz peymanek ji 14 xalan îmze kir. Peyman armanc dike ku jiyana hevbeş û aştiya navxweyî were pêşxistin û ewlehiya navxweyî were birêxistinkirin.

3’yê Nîsanê wezîrê tenduristiyê yê Brîtanyayê Wes Streeting bi şandeyeke bijîşkên Kurd ên ji herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re civiya. Di hevdîtinê de rewşa tenduristiyê û pirsgirêkên ji ber rewşa siyasî û ewlehiyê li Sûriyeyê derdikevin hatin nîqaşkirin.

14’ê Nîsanê şandeyeke parlamenterên Ewropî û Brîtanî û endamên Meclisa Lordan ên ji Partiya Karker pêk dihat, serdana Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û bi nûnerên Rêveberiya Xweser û MSD’ê re mekanîzmayên diyaloga Kurd-Kurd û rêbaza dan û standinên bi Şamê re nîqaş kir.

15’ê Nîsanê şandeyeke Brîtanî bi serokatiya cîgira rêveberê Ofîsa Qiralîteya Yekbûyî ya ji bo Sûriyeyê Mary Shukledg û sekretera duyemîn a Kar û Barên Siyasî û Niamh Connolly hatin herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi Rêveberiya Xweser re li ser dan û standinên bi Şamê re, pirsgirêkên mirovî û ewlehiyê û şerê li dijî DAIŞ’ê nîqaş kirin. Di dawiyê de Rêveberiya Xweser jineke brîtanî û 3 zarokên ji malbatên DAIŞ’î radestî şandeyê kirin.

16-17’ê Nîsanê hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed beşdarî komxebata li Silêmaniyê bû. Îlham Ehmed diyar kir ku siberoja Sûriyeyê bi sîstema navendî ya berê ava nabe, lê sîstema nenavendî rêya çareseriyê ye.

19’ê Nîsanê Sekretera Giştî ya Komîsyona Azadiya Olî ya Navneteweyî Nadine Maenza, serdana Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û bi berpirsên Rêveberiya Xweser re rewşa giştî ya li Sûriyeyê, peymana 10’ê Adarê û zehmetiyên ku Rêveberiya Xweser pê re rû bi rû ye nîqaş kir. Di heman rojê de şandeyeke almanî bi serokatiya Berpirsa Kar û Barên Balyozxaneya almanî ya li Şamê Margarete Jakob serdana Rêveberiya Xweser kir û rewşa siyasî ya welêt, ezmûna Rêveberiya Xweser, dan û standinan bi hikumeta veguhêz re û entegrekirina saziyên rêveberiyê nîqaş kirin.

20’ê Nîsanê şandeyek Rêveberiya Xweser bi parêzgerê Helebê dosyaya koçberên Efrînê û bicihanîna peymanê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê nîqaş kirin.

23’ê Nîsanê fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed li Hewlêrê bi wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot re civiyan. Di civînê de piştgiriya aramiya siyasî û ewlehiyê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û xurtkirina diyalogê di navbera aliyên cuda yên Sûriyeyê de gotûbêj kirin.

24’ê Nîsanê Îlham Ehmed û Mazlûm Ebdî li Hewlêrê bi serokê herêma Federal a Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hevdîtin kir. Di hevdîtinê de geşedanên li Sûriyeyê, têkiliyên QSD û Rêveberiya û aliyên siyasî yên kurdî bi hikumeta veguhêz, her wiha xetereya terorê û gefên DAIŞ’ê hatin nîqaşkirin.

25’ê Nîsanê şaneyek ji Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) di çarçoveya amadekariyên konferansa yekrêziya kurdî de, serdana Rêveberiya Xweser kir.

26’ê Nîsanê Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişloyê pêk hat. Di konferansê de rewşa Sûriyeyê piştî ketina rejîma Baasê hat nîqaşkirin. Hate gotin, divê nêrîneke siyasî ya kurdî ya hevbeş derkeve holê ku îradeya kolektîf ji bo çareseriyeke adilane ji pirsgirêka Kurd re di çarçoveya Sûriyeyeke demokratîk a nenavendî îfade bike, mafên jin û pêkhateyên neteweyî û olî werin parastin. Her wiha şaneyeke kurdî hat avakirin ku vê nêrînê bi rêya diyaloga nîştimanî veguherîne rastiyeke siyasî.

30’ê Nîsanê şandeyeke almanî bi serokatiya, rêveberê Beşa Konsul û Kar û Barên Yasayî li Wezareta Karên Derve ya Almanya Christian Klein, serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Şandeyê û berpirsên Rêveberiya Xweser rewşa giştî ya li Sûriyeyê, pêşketinên di dan û standinan ligel Şamê de û rola Rêveberiya Xweser û QSD’ê di şerê li dijî DAIŞ’ê de nîqaş kirin. Şandeyê her wiha jinek û 4 zarokên ji malbatên DAIŞ’ê yên hemwelatiyê almanî wergirtin.

GULAN

4’ê Gulanê şandeya ji dêrên Sûriyeyê ya ku ji Berdevka Rahibên El-Fernînsîskan a El-Meryemîyat Tîrêz Ilyas Kenakirî (Sûriyeyî), Nadya Emîn Xalî (Misrî) û Marî Hebîb Kîroz (Lubnanî) pêk tê hat Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Şandeyê bi nûnerên Rêveberiya Xweser re ezmûna Rêveberiya Xweser û rola jinan di saziyan de, parastina mafên hemû pêkhateyên olî û neteweyî nîqaş kirin.

8’ê Gulanê şandeyek ji Komeleya Dostaniya Kurdistan-Fransa, bi serokatiya, seroka rûmetê ya komeleyê Sylvie Jean serdana Rêveberiya Xweser kir û li ser rewşa siyasî ya li Sûriyeyê û ezmûna Rêveberiya Xweser, rola jinan di çêkirina hevpeymana civakî û avakirina Sûriyeya nû de nîqaş hatin kirin.

19’ê Gulanê nûnertiya MSD’ê ya li Qahîreyê bi beşdariya jinên akademîsyen û rojnamevanên Ereb panelek li ser paşguhkirina jinên Sûriyeyê û tundiya li ser wan li dar xist.

31’ê Gulanê Şandeyek ji Parlamentoya Ewropayê, bi serokatiya Martin Scherduwan, hevserokê Koma Çep li Parlamentoya Ewropayê Martin Scherduwan serdana Rêveberiya Xweser kir. Şandeyê bi nûnerên Rêveberiya Xweser hevdîtin kir, ezmûna rêveberiyê, rola jinan, dan û standinên bi hikumeta veguhêz û rakirina dorpêçên aborî nîqaş kir.

HEZÎRAN

4’ê Hezîranê şandeya kurdî ya ku di encama Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî de derket bi serokatiya Perwîn Yûsif û Mihemed Îsamîl û 7 endamên şandeyê civîna xwe  damezirîner li dar xist.

TÎRMEH

25’ê Tîrmehê wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Noël Barrault li Parîsê bi Mazlûm Ebdî û wezîrê karên derve yê hikumeta veguhêz Esed El Şeybanî û bûnerê DYA’yê yê Sûriyeyê Thomas Barrack re civiya. Wezîrê fransî piştgiriya xwe ji bo çareseriyeke siyasî nîqaş da ku yekparbûna xaka Sûriyeyê û mafên hemû pêkhateyên wê mîsoger bike.

TEBAX

1’ê Tebaxê şandeyeke Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê ya Ewropayê serdana herêmên Rêveberiya Xweser kir. Şandeyê bal kişand ser rola Rêveberiya Xweser di parastina mafên hemû pêkhateyan, azadiya olan û jiyana hevbeş de.

5’ê Tebaxê şandeyeke brîtanî bi serokatiya Berpirsa Siyasî ya Ofîsa Qirlatiya Yekbûyî ya ji bo Sûriyeyê Niamh Connolly û Konsula Giştî ya Brîtanya ya li Hewlêrê Charlotte Dixon hatin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.  Şandeyê ku bi nûnerên Rêveberiya Xweser re hevdîtin kir rewşa siyasî û mirovî, pêşveçûna dan û standinên bi Şamê re û dosyaya DAIŞ’ê gotûbêj kirin. Şaneyê zarokekî Brîtanî yê malbatên DAIŞ’î wergirt.

8’ê Tebaxê Konferansa Yekitiya Helwesta Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya nûnerên Kurd, Ereb, Suryan, Êzidî, Tirkmen û Çerkes li bajarê Hesekê hat lidarxistin. Pêkhateyan banga nivîsandina destûreke demokratîk kirin ku dewleta nenavendî ava bike, pirrengiyê biparêze û azadiya baweriyan, edaleta veguhêz û rêveberiya dirust pêk bîne.

11’ê Tebaxê şandeyek ji Komara Yekbûyî ya Tanzanyayê bi serokatiya Komîsera Balyozxaneya Tanzanyayê li Qahîreyê Nasriya Mihemed hat herêmên Rêveberiya Xweser û rewşa li Sûriyeyê, têkoşîna li dijî terorê û dosyaya kampên Hol û Roj nîqaş kirin. Her wiha 3zarok û jinek ji malbatên DAIŞ’ê wergirtin.

24’ê Tebaxê şandeyeke Brezîlyayê bi serokatiya berpirsê Kar û Barên Balyozxaneya Brezîlyayê ya li Şamê João Zanini, serdana Rêveberiya Xweser kir. Endamên şandeyê geşedanên siyasî li Sûriyeyê, dan û standinan bi hikumetê re, helwesta li ser hilbijartinan û rewşa mirovî û ewlehiyê nîqaş kir. Şandeyê her wiha jinek û zarokek ji malbatên DAIŞ’ê wergirt.

25’ê Tebaxê Mazlûm Ebdî, Îlham Ehmed, nûnerê DYA’yê yê li Sûriyeyê Tom Barrack, senator Jeanne Shaheen û endamê Kongreya Amerîkayê Joe Wilson li paytexta Urdunê Emanê hevdîtin kirin. Di hevdîtinê de peymana 10’ê Adarê hat nîqaşkirin.

ÎLON

4’ê Îlonê fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî pêşwaziya fermandarê Fermandariya Navendî ya DYA’yê admîral Brad Cooper kir û geşedanên diyaloga bi Şamê re gotûbêj kirin. 

11’ê Îlonê nûnertiya MSD’ê ya li Brîtanyayê li parlamentoyê panelek li ser pirsgirêkên ewlehiyê û siberoja rêveberiya Sûriyeyê li dar xist.

25’ê Îlonê şandeyek ji Afrîkaya Başûr bi serokatiya balyoz Eşref Yûsif Silêman û nûnerên Xaça Sor û UNICEF hatin herêmên Rêveberiya Xweser û bi nûnerên Rêveberiyê re rêgeha pêkanîna peymana 10’ê Adarê, mekanîzmaya entegrekirina saziyên Rêveberiya Xweser nava dewleta Sûriyeyê nîqaş kirin. Şandeyê 5 jin û 12 zarokên malbatên DAIŞ’ê yên hemwelatiyên Afrîkaya Başûr wergirtin.

21-22’yê Îlonê MSD’ê beşdarî kongreyekê li ser pêvajoya siyasî ya veguhêz bû ku li paytexta Urdunê pêk hat.

26’ê Îlonê nûnerên MSD’ê di navbera civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de beşdarî civînên li ser asta bilind bi nûnerên Erebistana Siûdî, Norwêc, Fransa û Japonyayê re bû ku li ser aştî û ewlehiyê nîqaş kirin. 

28’ê Îlonê MSD li Liverpoolê beşdarî kongreya Partiya Karkeran a Brîtanyayê bû.

29’ê Îlonê şandeyeke MSD’ê bi serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer û Wezîrê Parastinê John Healey re civiya. Di civînê de piştgiriya Brîtanyayê ji bo hewldanên aştî û ji nû ve avakirina Sûriyeyê, her wiha siberoja peymana di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz de nîqaş kirin.

COTMEH

6’ê Cotmehê nûnerên Rêveberiya Xweser û MSD’ê pêşwaziya Tom Barrack û Brad Cooper kirin. Di hevdîtinê de li ser pêkanîna peymana 10’ê Adarê, lezandina vegera koçberan, avakirina hawîrdorek ewle ji bo veberhênanê û rakirina cezayan li ser Sûriyeyê nîqaş kirin. Her wiha diyar kir ku dê têkoşîna hevpar a li dijî DAIŞ’ê bidomînin.

7’ê Cotmehê Mazlûm Ebdî, Îlham Ehmed, fermandara YPJ’ê Rohilat Efrîn bi serokê hikumeta veguhêz Ehmed El Şeri û wezîrê karên derve Eseed El Şeybanî re hevdîtin kirin. Dosyayên siyasî û ewlehî di çarçoveya peymana 10’ê Adarê de rojeva hevdîtinê bûn.

8’ê Cotmehê nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê li Afrîkaya Başûr Hikmet Îbrahîm ji bo Kongreya Meclisa Ciwanên Erebî û Afrîkayî ji aliyê hikumeta Komara Ugandayê ve hat vexwendin. Hikmet Îbrahîm û cîgirê serokkomarê Ugandayê Edward Squard hevdîtin kir. Di hevdîtinê de rewşa Sûriyeyê û ya herêmî gotûbêj kirin. Her wiha rola ciwanan di avakirina welat û pêkanîna yekitî û pêşxistinê de û ezmûna Rêveberiya Xweser vegotin.

11’ê Cotmehê MSD’ê, rayedarên karên derve yên Almanya û Yekitiya Ewropayê li Berlînê beşdarî alolyeyeke siyasî bûn ku bi mijara siberoja proseya siyasî û veguhêz a Sûriyeyê de hatibû lidarxistin.

12’ê Cotmehê Nûnertiya MSD’ê ya li Washingtonê beşdarî konferansa sêyemîn a salane ya Komîsyona Navneteweyî ya Mafên Mirovan û Azadiyên Olî li Zanîngeha George Mason bû. Nûnertiyê raporek li ser ezmûna jinan di statuya Rêveberiya Xweser û rola wan di biryardanê de pêşkêş kir.

13’ê Cotmehê şandeyeke leşkerî û ewlehiyê ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji Sozdar Hecî, Sîpan Hemo, Dilêr Hisên Temo û Arîn Mistefa pêk dihat, bi rayedarên wezaretên parastin û karên hundir ên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re hevdîtin. Hevdîtin li ser pêkanîna peymana 10’ê Adarê pêk hat.

20’ê Cotmehê şandeyeke QSD’ê li bajarê Tebqayê hevdîtin bi şandeyeke hikumeta veguhêz re pêk anî û rageşiya li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û mekanîzmayên aramkirinê nîqaş kirin.

27’ê Cotmehê şandeyeke MSD’ê li Stockholmê rêzehevdîtin bi partiyên siyasî yên Swêdê, kesayetên Kurd û lêkolîneran re li dar xist û li ser pêşdebirina hevdîtinên der barê çareseriyeke Sûriyeyê de nîqaş kirin.

28’ê Cotmehê şandeyeke ku ji nûnerên Konseya Koordînasyona Konfederasyona Kurd li Ewropayê, Yekitiya Parêzerên Kurd li Almanyayê û Komeleya Kurd li Almanyayê (KGM) hat herêmên Rêveberiya Xweser û hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de girîngiya hevkariyê û avakirina torên piştgiriyê yên ewropî hat destnîşankirin.

MIJDAR

2’yê Mijdarê MSD’ê bi rojeva proseya siyasî li Sûriyeyê û rola pêkhateyan di sazkirina çareseriya siyasî ya nîştimanî ya giştî de rêzehevdîtin li Swêdê pêk anîn. 

2-4’ê Mijdarê MSD’ê ku li Swêdê, bi taybetî li Västerås, Göteborg û Örebro, bi welatiyên sûriyeyî û Kurdan re civiya, rewşa Kurdan û Sûriyeyê şîrove kir.

6’ê Mijdarê siyasetmedarê Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê Osman Baydemir serdana Rêveberiya Xweser kir û li ser pêşketinên dawîn ên siyasî û civakî û rola Rêveberiya Xweser di pêşvebirina demokrasî û edaleta civakî de nîqaş kir.

19’ê Mijdarê serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî li bajarê Dihokê pêşwaziya fermandarê giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî û hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed kir. Di civînê de serokê Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl û Osman Baydemîr jî beşdar bûn. 

19’ê Mijdarê Mazlûm Ebdî beşdarî Foruma Aştî û Ewlekariyê ya Rojhilata Navîn-MEPS 2025ˊan a li Dihokê bû. Ebdî di forumê de axivî û got diyalog rêya yekane ya bidawîkirina şerê li Sûriyeyê û pêşîgirtina li vegera sîstema navendî ye.

25’ê Mijdarê şandeyek spanyayî bi serokatiya Balyoz Gonzalo de Salazar, serdana Rêveberiya Xweser kir û li ser geşedanên li Sûriyeyê, rêbazên pêşxistina têkiliyan û hevrêziya hevbeş di şerê li dijî terorê de, her wiha pêkanîna peymana 10’ê Adarê nîqaş kir. Şandeyê jinek û zarokek ên malbatên DAIŞ’î yên hemwelatiyên Spanyayê wergirtin.

KANÛN

6’ê Kanûnê Îlham Ehmed bi rêya vîdeokonferansê beşdarî Konferansa Navneteweyî ya Aştî û Civaka Demokratîk a li Stenbolê bû. Îlham Ehmed got ew dixwazin diyalogeke rasterast bi Tirkiyeyê re li ser aştî, demokrasî û aramiyê vekin.

(b)

ANHA