Li Siwêdayê 2 hezar malbat bê cih û war in

Li Siwêdayê derdora 2 hezar malbatên koçber bê stargeh in.

Li Siwêdayê 2 hezar malbat bê cih û war in
18 cotmeh, 2025   12:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberê Wargehên Koçberên Siwêdayê Eşref Munzur diyar kir ku li navenda bajar û gundewarên wê pirsgirêka koçberan zêdetir bûye û diyar kir ku bicihkirina koçberan li 7 dibistanên bajar dewam dike û êdî nikarin pêşwaziya hejmareke zêdetir bikin.

Di encama rageşiya leşkerî de ku navîna Tîrmehê de li bajar û gundewarên Siwêdayê rû dabû û şerê di navbera hêzên hikumeta veguhêz û şervanên xwecih ên Siwêdayê de, bi kêmanî 2 hezar kes hatin qetilkirin û bi sedan jî hatin revandin.

Li gorî medyaya xwecih, bi kêmanî 14 hezar malbatên koçber li derveyî dibistanan bê stargeh mane. Her wiha pêdiviya 2 hezar malbatên hewcdar jî bi cih heye.

Bicihkirina koçberan li dibistanan jî dewam dike, lê li gelek dibistanan jî perwerde hatiye sekinandin.

Komîteya alîkariyê diyar kir ku wan ji 6 dibistanan koçber veguhastine avahiya dadgehê û ew jî tijî bûye.

Komîteya Koçberên Siwêdayê da zanîn ku ew rojane herî kêm 15 serlêdanan ji malbatan werdigirin û got malbatên serlêdanê dikin malên xwe ji dest dane û di rewşên mirovî yên dijwar de dijîn. Her wiha diyar kir ku derfetên di dest komîteyê de kêm in û destnîşan kir ku ew nikarin hejmareke zêdetir a koçberan li hin saziyên hikumetê bi cih bikin, ji ber ku berpirsên saziyan daxwaznameyên komîteyê red dikin.

(bb)

ANHA