Konferansa Dayikên Aştiyê dest pê kir

Meclîsa Dayikên Aştiyê piştî 12 salan 3'yemîn konferansa xwe bi dirûşma "Dayik pêşengên civaka demokratîk û aştiyek mayînde ne" li dar dixin. Konferans dê 2 rojan bidome.

Konferansa Dayikên Aştiyê dest pê kir
18 cotmeh, 2025   11:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî 12 salan, Meclîsa Dayikên Aştiyê dê di 18-19'ê Cotmehê de li Navenda Çand û Kongreyê ya ÇandAmed a li bajarê Amedê ya Bakurê Kurdistanê bi dirûşma "Dayik pêşengên civakek demokratîk û aştiyeke mayînde ne" 3'yemîn konferansa xwe  li dar dixe.

Li gorî agahiyan we 250 kes beşdar bibin, di nav wan de 109 delegeyên dayik û mêvan hene.

Di konferansa ku dê 2 rojan berdewam bike de posterên Rêber Abdullah Ocalan û flamayên Tevgera Jinên Azad (TJA) hatin daliqandin.

Her wiha wêneyên endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên jiyana xwe ji dest dane û wêneyên jinên ku hatine qetilkirin jî di salonê hatin daliqandin.