Li Xezayê ji malbatekê 11 kes hatin kuştin

Di êrişa rasterast a Îsraîlê ya li rojhilatê bajarê Xezayê de, ji malbatekê 11 kes hatin kuştin.

Li Xezayê ji malbatekê 11 kes hatin kuştin
18 cotmeh, 2025   12:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên tenduristiyê yên xwecih, artêşa Îsraîlê duh êvarî li taxa Zeytûnê ya rojhilatê bajarê Xezayê erebeyek bombebaran kir. Di encamê de ji malbatekê 11 kes hatin qetilkirin ku 7 jê zarok û 3 jî jin in.

Heman çavkaniyan diyar kir ku qurbanî ji malbata Ebû Şeban in, di rêya vegera li mala xwe de erebeyan wan hat hedefkirin, di encamê de hemû kesên di erebeyê de jiyana xwe ji dest da.

Berdevê Saziya Parastina Sivîl a Xezayê Mehmûd Besel anî ziman hedefkirina sivîlan binpêkirina agirbesta di navbera Hemas û Îsraîlê de ye û diyar kir ku ekîbên rizgariyê berê xwe da cihê êrişî, lê ji ber rewşa xeternak zehmetiyan di rakirina cenazeyan de dikişînin.

Navenda Mafên Mirovan a Xezayê duh bi daxuyaniyekê ragihand ku ji dema ragihandina agirbestê ve, 36 binpêkirinên agirbestê ku ji aliyê artêşa Îsralê ve hatine kirin, tomar kirine û di encamê de 23 filistînî hatine kuştin û 122 jî birîndar bûne.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee got balafireke şer a Îsraîlê li hejmarek "çekdarên ku xetereyê çêdikin" xist îdia kir ku ev çekdar piştî ku ew ji tuneleke li herêma Xan Yunis derketin û nêzîkî hêzên artêşê bûn, hatin hedafkirin.

(bb)