Li ser X’ê hashtaga #TurkeyNotAnAlly 

Bi daxwaza ku dewleta Tirk ji NATO’yê were derxistin kampanyaya hashtagê  #TurkeyNotAnAlly li ser X`ê hat destpêkirin. Bal kişandin ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Sûriye, Iraqê û tevgerên wê yên li Lîbya û Afrîkayê û hate gotin binpêkirinên dewleta Tirk li dijî pîvanên NATO’yê ne.

Li ser X’ê hashtaga #TurkeyNotAnAlly 
1 gulan, 2025   15:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi daxwaza derxistina dewleta Tirk ji NATO’yê, duh kampanyaya hashtagê #TurkeyNotAnAlly li ser X`ê hatibû destpêkirin.

Kampanyayê bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Sûriye û Iraqê û tevgerên wê yên leşkerî yên li Lîbya û Afrîkayê. Her wiha îşaret bi vê yekê dike ku Enqere êrişên derqanûnî dike û gefên şer dixwe.

Di kampanyayê de, dewleta Tirk wek hêza sereke ya têkbirina ewlehî û aştiya herêmê hatiye destnîşankirin.

Tevî ku aliyên ku ev kampanya bi rêxistin kiriye nehatine aşkerakirin jî, lê bi eleqeyeke mezin hat pêşwazîkirin.

(bb)