Fransayê tundiya li dijî Durziyan şermezar kir

Fransayê tundiya li dijî Durziyan a li Sûriyeyê şermezar kir û bang li Îsaraîl û hemû aliyan kir ku pevçûnan rawestînin, rê li ber zêdebûna aloziyê bigirin û aramiyê pêk bînin.

Fransayê tundiya li dijî Durziyan şermezar kir
1 gulan, 2025   15:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Fransayê îro "tundiya mezhebî ya kujer" a li dijî civaka Durzî ya li Sûriyeyê şermezar kir û bang li hemû aliyên Sûriyeyê û Îsraîlê kir ku pevçûnan rawestînin.

Di daxuyaniya têkildarî mijarê ya Wezareta Karên Derve ya Fransayê de hate gotin ku divê rayedarên Şamê bi hemû derfetên xwe hemû hewl bidin aramiyê pêk bînin. Her wiha ji Îsraîlê hat xwestin ku xwe ji gavên yekalî yên ku aloziya mezhebî zêdetir bikin, dûr bixe.

(k)