Hoveberan ambulans bombebaran kir

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Tebqayê ambulansa Heyva Sor a Kurd ku birîndarên bendavê dibirin nexweşxaneyê, bombebaran kir.

Hoveberan ambulans bombebaran kir
18 ÇILE, 2025   17:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ajansa me bidestxistine, balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker ambulansa Heyva Sor a Kurdî ku tê de birîndarên êrişa Bendava Tişrînê hene bombebaran kir.

Hat diyarkirin ku ambulansa Heyva Sor a Kurdî birîndaran radikirin nexweşxaneya Tebqayê.

Dewleta Tirk a dagirker beriya 2 saetên êrişî nobedarên li ser Bendava Tişrînê kir, di encamê de 4 kes şehîd bûn û 15 birîndar bûn.

(fr)