Bavê şehîd Delîl Sarûxan, Mihemed Sarûxan wefat kir

Vê sibehê, piştî têkoşîneke demdirêj bi nexweşiyekê re bavê şehîd Delîl Sarûxan, Mihemed Sarûxan ê ku bi banga aştiyê dihat naskirin, wefat kir.

Bavê şehîd Delîl Sarûxan, Mihemed Sarûxan wefat kir
Bavê şehîd Delîl Sarûxan, Mihemed Sarûxan wefat kir
Bavê şehîd Delîl Sarûxan, Mihemed Sarûxan wefat kir
Bavê şehîd Delîl Sarûxan, Mihemed Sarûxan wefat kir
18 ÇILE, 2025   17:39
QAMIŞLO

Bavê şehîd Delîl Sarûxan, Mihemed Sarûxan ê ji gundê Bekir Oglî yê bajarê Çilaxa ku di 1948ˋan de hatiye dinê, wefat kir. Mihemed Sarûxan bi hezkirina ji doza Kurdî re di nava gelê Kurd de dihat nasîn.

Di 1976ˋan de Mihemed Sarûxan koçî rojhilatê bajarê Qamişloyê kir û li gundê Til Zîwan li stasyona kevn bi cih bû. Dûre berê xwe da gundê Qesrika Xiya (Um Fursan). Ev malbata yekemîn e ku deriyên xwe li pêş tevgera azadiya Kurdisatnê vekirin.

Mihemed Sarûxan ji kesên pêşîn e ku tevgera azadiya Kurdistanê qebûl kir û ji bo hezkiriya xwe ji welat û Rêber Abdullah Ocalan û gerîlayên azadiyê re têkoşîn kir.

Mihemed Sarûxan di nava pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bangawazê aştiyê bû û endamê çalak ê komîteyên lihevanînê bû. Tevî rewşa wî ya tenduristî ya nebaş û temenê wî yê mezin jî, di dema êrişên dewleta Tirk a dagirker ên 2018ˋan de 2 caran tevî konvoya gel berê xwe dabû Efrînê û tev li berxwedaniya Efrînê bûbû.

Mihemed zarokên xwe li ser hezkirina welat, doza Kurdî û têkoşîna tevgera azadiya Kurdistanê mezin kirin.

Mihemed Sarûxan piştî têkoşînek dirêj bi nexweşxaneya penceşêr re vê sibehê saet 7:30ˋan wefat kir û cenazeyê wî li goristana Diyarî Kêlê ya di navbera gundê Şorik û Tenûriyê yê rojhilatê Qamişloyê de hat definkirin.

(fr)

ANHA