Careke din gundewarê Kobanê tê topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de careke din gundewarê Kobanê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran dikin.

Careke din gundewarê Kobanê tê topbarankirin
18 ÇILE, 2025   17:12
KOBANÊ

Di van kêliyan de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Sêvê yê gundewarê başûrê Kobanê bi çekên giran topbaran dikin.

Beriya 2 saetan balafireke bêmirov a dagirkeriyê kombûna nobedarên li Bendava Tişrînê hedef girt, di encamê de 4 kes şehîd bûn û 15 jî birîndar bûn. Ev cara sêyemîn e ku nobedarên li Bendava Tişrînê tên hedefgirtin.

Danê nîvor, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên gundewarê başûrê Kobanê bombebaran kiribûn.

Balafiran gundê Tînê û geraca erebeyan a li bajarê Sirînê yê başûrê bajarê Kobanê hemwextî topbaranên dijî gundewarê din, bombebaran kiribû.

(fr)

ANHA