Hêzên hikumeta veguhêz rêya Tebqa-Selemiyê girt

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê vê sibehê rêya di navbera Selemiyê ya ber bi hundirê Sûriyeyê ve û kantona Tebqayê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de girt.

Hêzên hikumeta veguhêz rêya Tebqa-Selemiyê girt
Hêzên hikumeta veguhêz rêya Tebqa-Selemiyê girt
Hêzên hikumeta veguhêz rêya Tebqa-Selemiyê girt
Hêzên hikumeta veguhêz rêya Tebqa-Selemiyê girt
5 cotmeh, 2025   14:05
TEBQA

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê vê sibehê rêya Selemiye-Tebqa ku damara zindî ya ku deverên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hundirê Sûriyeyê ve, bi rêya rêyên Eseriya û Xenasir ve girê didin, girt.

Piştî rêya Dêr Hafir-Helebê di 27ˊê Îlona 2025ˊan de ji hêla hêzên hikumeta veguhêz ve hat girtin, rêwiyan berê da vê rêyê.

Bi dehan erebe li têketina rêya bajarê Tebqayê, bi hêviya di saetên bê de dîsa were vekirin, sekinîne. Li gorî ajokarên li deriyê Tebqayê rawestiyane, rê ji hêla endamên bendên kontrolê yên hêzên hikumeta veguhêz ve bi rêya danîna komên axê (barîkat) hatiye girtin.

Li gorî ku ajokaran bi nûçegihanan re axivîne, bi sedan erebî û kamyon hîna li ser bendên kontrolê sekinîne û li benda rêdanê ne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piranî rêwiyên di van erebeyan de xwendekar û nexweş in, nemaze nexweşên penceşerê ne.

(fr)

ANHA