Lubnan: Di 3 salan de 8 hezar û 920 kes hatin kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku ji destpêka êrişên Îsraîlê (8 Cotmeh 2023) ve heya niha 8 hezar û 920 kesan jiyana ji xwe ji dest da û 30 hezar û 559 kes birîndar bûn.

Lubnan: Di 3 salan de 8 hezar û 920 kes hatin kuştin
1 îlon, 2026   18:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê bîlançoya qurbaniyên şer aşkera kir. Li gorî wezaretê, ji 8‘ê Cotmeha 2023‘an heya îro (1 Îlon 2026) 8 hezar û 920 kesan jiyana ji xwe ji dest da û 30 hezar û 559 kes birîndar bûn.

Şerê Îsraîl û Hizbullahê 8‘ê Cotmeha 2023‘an anku piştî Hizbullahê "Şerê piştgiriya Xezayê" da ragihand, dest pê kir. Hizbullahê, hêzên Îsraîlê yên li ser sînor kirin hedef û Îsraîlê wekî bersiva êrişan herêmên Lubnanê topbaran kirin.

Şer di Îlona 2024‘an de girantir bû di Mijdara heman salê de agirbest hat ragihandin.

Di 2‘yê Adarê (2026) de piştî kuştina rêberê olî yê Îranê Elî Xamineyî Hizbullahê mûşek avêtin Îsraîlê, şer dîsa dest pê kir û heya niha dewam dike.

(bb)