Li Şamê hêzên hikumetê li jinekê da

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li gundewarê Şamê li jinekê da. Şêniyan li hember vê yekê hêrsa xwe nîşan da.

Li Şamê hêzên hikumetê li jinekê da
15 cotmeh, 2025   22:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku endamên hêzên hikumeta veguhêz, di nav de serkirdeyê berê yê "Ceyş El Îslam" ê berpirsê herêma Qelemonê "Ebû El Mecid", li jineke ji bajarê Uteybe yê Şamê da.

Li gorî medyayên xwecihî, bi qundaqên klaşînkovê li serê jinekê daye. Endamekî jî çek ber bi birayê wê jinê de kir. Vê bûyerê di nava sivîlan de hêrsek çêkir.

Di 17ˊê Îlona 2025ˊan de, li herêma Behdeliyê ya girêdayî Seyide Zeyneb a gundewarê Şamê endamên hêzên hikumeta veguhêz gule li ciwanekî taîfeya Şîe barandibûn û bi giranî birîndar bû.

Di heman wextî de, endamên ciwanek ji bajarokê Besra El Şamê revandibû û ber bi cihekî nediyar ve biribû.

(fr)