Li taxa Cober a Şamê li dijî projeya veberhêneriyê xwepêşandan

Şêniyên taxa Cober a Şamê li dijî  "Plana rêxistinî", ya parêzgeriya Şamê xwepêşandan li dar xist. Li gorî planê zeviyên şêniyan ji bo veberhênerên derveyî Sûriyeyê tên dayîn.

Li taxa Cober a Şamê li dijî projeya veberhêneriyê xwepêşandan
15 cotmeh, 2025   22:13
ŞAM

Bi sedan şêniyên taxa Cober a Şamê bi xwepêşandaneke girseyî nerazîbûna xwe li hemberî biryarên parêzgeriya Şamê yên der barê mal û milkên xwe de, nîşan da.

Piştî agahî hat belavkirin ku parêzgeriya Şamê niyet dike ku "plana rêxistinî" (nexşeya avahîsaziyê) ya herêmê biguhere û bide veberhênerekê li Îmaratê ye.

Xwepêşandêran hêrsa xwe li hember derengmayîna derxistina "plana rêxistinî" ku zêdetirî 2 salan hatiye pêkanîn da û got her guhertinek ku veberhêneran li ser gelên xwecihî tercîh dike dê mafên wan bixe xeterê, û ew ê wan qebûl nekin.

Nûçegihanê me ji herêmê da zanîn ku parêzgeriya Şamê plan dike ku burcên niştecihbûnê li erdên ku xwediyên wan şêniyên taxa Cober in, ava bike.

Xwepêşandêran bi daxuyaniyekê bang li parêzgeriya Şamê kir ku li gorî "plana rêxistinî" ya sala 1994'an bimeşe û li gorî mafê xwediyên erdan, sererast bike.

Şêniyan ji nûçegihanê me re diyar kir ku "Em xelkê taxa Cober in, bi darê zorê ji mal û xaka xwe koçber bûn. Em nahêlin tu aliyekê mafê me ji me bistîne."

Şêniyan banga vegera lez a li taxê kir û got beriya her projeyeke veberhênerê yan jî rêxistinî divê sererastkirin û jinûve vegerandina xizmetan dest pê bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şêniyên taxa Cober ji nêzî 13 salan ve bi darê zorê hatine koçberkirin. Koçber di xwepêşandanê de dibêje: "Em dixwazin vegerin malên xwe, ne vegerin projeyên ku em nizanin kî sûdwar e."

(mh/fr)

ANHA