Li Rojhilat û Îranê di 10 rojan de 263 kes hatine binçavkirin

Hat ragihandin ku di nava 10 rojên borî de 263 welatiyên Kurd û Îranî ji ber nerazîbûnan ji aliyê hêzên Îranê ve hatine binçavkirin. Hat gotin ku ev kes bêy biryaran dadweran hatine binçavkirin.

Li Rojhilat û Îranê di 10 rojan de 263 kes hatine binçavkirin
22 hezîran, 2025   14:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a HRNA’yê ragihand ku di nava 10 rojên borî de 263 welatiyên Kurd û Îranî ji ber nerazîbûna xwe li ser medya dijîtal nîşandane û diyarkirine ku desthilata Îranê ji derxistina şer berpirse, ji aliyê hêzên Îranê ve hatine binçavkirin.

Hatiye diyarkirin ku ev welatî bêy biryara dadweran hatine binçavkirin.

Ji roja ku şerê Îsraîl û Îranê destpêkirî ve, hêzên rejîmê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dest bi pêlek berfireh ya binçavkirinan kiriye. Hêzên rejîmê bi hincet û tometên cûda welatiyan bêy biryara dadweran binçav dikin û êşkence li wan dikin.