Belavkirina mazotê ya ji bo germkirinê dest pê kir
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Komîteyên Sotemehiyê dest bi belavkirina mazotê ya ji bo germkirinê li malbatan kir.
Gerînendetiya Giştî ya Sotmeniyê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo her malbatekê 300 lître mazot a germkirin, bi buhayê diyar kir. Buhayê her lîtreyekê hezar û 50 lîreyên Sûriyeyê ye.
Belavkirina mazotê bi rêya kartên ji aliyê komîteyên sotemeniyê ve tên derxistin û bi hevkariya komînan dewam dike.
Li bajarê Qamişloyê piştî ku nêzî 4 hezar kart hatin aktîvkirin, komîteyên sotemeniyê 18’ê Hezîranê dest bi belavkirina mazotê kiribûn.
Hevserokê Komîteya Sotemeniyê ya bajarê Qamişloyê Hesen Hîmo diyar kir ku mazot li gund û taxên rojavayê bajar, çargoşeyên ewlehiyê yên ku di dema rejîma Baas’ê de li derveyê plana belavkiribûnê, hatiye belavkirin. Her wiha da zanîn ku ji bo kontrokirina xebata veguhestina mazotê û rêgirtina li ber binpêkirinan, belavkirina bi hemahengiya gerînendetiyên zimhêrê (Temwînê) û plansaziya demê ya hatiye destnîşankirin, tê belavkirin.
Aktîfkirina kartên wergirtina mazotê dê heya 1’ê Çileya 2026’an dewam bike û belavkirina mazotê jî dê heya 1’ê Sibata heman sale bidome.
(bb)