Li Lazqiyê karmendên ji kar hatin avêtin protesto kirin

Li Laziqiye karmendên Rêveberiya Xizmetguzariyên Teknîkî yên ji kar hatine dûrxistin, li dijî biryara dûrxistina wan, li ber avahiya parêzgehê çalakiya protestoyê li dar xist.

Li Lazqiyê karmendên ji kar hatin avêtin protesto kirin
22 hezîran, 2025   14:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecihî ragihand, komek karmendên Rêveberiya Xizmetguzariyên Teknîkî li Laziqiyê ku ji kar hatin dûrxistin, roja Yekşemê çalakiyeke protestoyê li ber avahiya parêzgeha Laziqiyê li dar xist. Karmendan dûrxistina wan ji kar bêyî biryareke fermî yan jî agehdariyek nivîskî protesto kir.

Çalakvanan xwestin ku biryara dûrxistina wan ji kar were lêkolînkirin, her wiha diyar kirin ku ti sedemê qanûnî ji bo dûrxistina wan nehatine nîşandan. Çalakvanan diyar kirin ku ev 3 meh in mûçeyên wan nayên dayîn û bi şert û mercên zehmet ên jiyanê re rû bi rû mane.

Çalakvanan xwestin ku der barê biryarê de lêpirsîneke lezgîn were kirin û bang li rayedaran kirin ku vê  "bêdadiya îdarî" li dijî wan rawestînin.

Li gelek sazî û dezgehên dewletê xebatkar û karmend bi awayekî ne qanûnî ji hêla Himûmeta Veguhêz ve ji kar tên dûrxitin. Ev kiryar metirsiyên welatiyên Sûriyeyê der barê ewlehiya jiyana wan a aborî de, zêde dike.

(k)