Li Rojhilat 9 Kurd hatin girtin

Rejîma Îranê piştî şerê di navbera Îran û Îsraîlê de li dijî muxaîfan operasyonên berfireh dane destpêkirin. Li bajarên Somay û Ûrmiye yên Rojhilatê Kurdistanê ji 2 malbatan 9 kes hatin destgîrkirin.

Li Rojhilat 9 Kurd hatin girtin
14 tebax, 2025   15:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rêxistinên mafên mirovan, Ahmad Golestanî, Mohemmed Golestanî, Behzad Golestanî, Mohsen Golestanî, Ehsan Golestanî, Mehran Golestanî, Ferzad Mostafazadeh, Hamîd Mostafazadeh û Shoresh Mostafazadeh li gundê Nojavan ê Somayê û li herêma Biradostê ya nêzîkî Ûrmiyeyê hatine destgîrkirin. Hate zanîn ew kesên bi hinceta "xebata ji bo Îsraîlê" hatine tawanbarkirin.

Hat diyar kirin ku wezîfedarên Îstîxbarata Mûhafizên Şoreşê di dema serdegirtinê de îşkence li wan kesan kiriye û piştre ew veguhastine girtîgeheke li Tehranê.

Malbatên destgîrkiriyan xuya kir ku wan nekariye têkidarî cihê rastîn ê xizmên xwe yan jî tenduristiya wan agahiyekê wergirin.

Rejîma Îranê piştî şerê di navbera Îran û Îsraîlê ku 12 rojan dewam kir, “xebata ji bo Îsraîlê” dike hincet û wek sûcdariyeke keyfî û sîstematîk li dijî muxalîfan bi kar tîne. Li gorî parêzvanên mafên mirovan, piştî şer herî kêm 21 hezar kes li Îranê hatine destgîrkirin.