Êrişa li dijî karwanê alîkariyên ji bo Siwêdayê hate şermezarkirin

Kombûna Sivîl a Ceremanayê êrişa çekdarî ya li dijî karwanê alîkariyên ji bo Siwêdayê re şermezar kir û daxwaz kir çarenûsa 5 xebatkarên hatine revandin aşkera bibe.

Êrişa li dijî karwanê alîkariyên ji bo Siwêdayê hate şermezarkirin
14 tebax, 2025   16:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Roja duşema derbasbûyî karwanê alîkariyan a bi aliyê parêzgeha Siwêda ve hatibû şandin, rastî êrişa çekdarî hatibû. Êrişkaran barê karwan talan kir û xebatkarên bi karwan re bûn, revandin. Çarenûsa 5 ji wan hîna jî ne diyar e. 

Koma Sivîl a bajarê Ceremanayê îro bi daxuyaniyekê êrişa li dijî karwan şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku karwanê alîkariyan bi armanca gihandina alîkariyên tenduristî, xwarin, cil û şîrê zarokan ji şêniyên Siwêdayê re, bi rê ketibû. Ev karwan bi hevkariya civaka sivîl û gelê Ceremanayê hatibû amadekirin. Karwan bi belgeyên fermî yên erêkirina hikumeta veguhêz derketibû rê.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku karwan beriya bigihêje dergeha Busra El Şam rastî êrişa çekdarî hat, di encamê de hemû alîkarî û alavên tê de bûn hatin dizîn û tevahî xebatkarên bi karwan re hatin revandin. Di daxuyaniyê de hate aşkerakirin ku hêzên ewlekariyê paşê hinek ji karmendên karwan rizgar kirin, lê hîn jî çarenûsa Ebû Fexir, Fîdai Ezam, Semîr Berekat, Yamin El Sehnawî û Ridwan El Sehnawî ne diyar e.

Di daxuyaniyê de êrişa li dijî karwan binpêkirina li dijî hemû yasayên mafên mirovan, têkbirina qanûnên mirovî yên navdewletî û êrişa li dijî mafê sivîlên zirardîtî ya peydakirina madeyên jiyanî, hate pênasekirin.

Di daxuyaniyê de ji saziyên fermî yên têkildar hate xwestin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin da ku çarenûsa welatiyên revandî were aşkerakirin.

Koma Sivîl a Ceremanayê di dawiya daxuyaniyê de spasiya însiyatîfên gel û yên bajar ku cihê xwe di berhevkirina alîkariyan de girtiye kir û diyar kir ew ê tevî hemû zehmetiyan hewldanên xwe yên gihandina alîkariyên mirovî bidomînin.

(dc)