Li Holê ji bo şehîd Nûreddîn Sofî merasîmek li dar ket

Di merasîma sersaxiyê ya li bajarê Holê ya ji bo fermandar Nûreddîn Sofî de hate gotin şehîd Nûreddîn Sofî bû destana têkoşînê û berxwedanê û navê xwe di rûpelên dîrokê de nîvisand.

14 tebax, 2025   15:18
HESEKÊ

Rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Holê yê kantona Cizîrê ji bo fermandar û yek ji pêşengên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nûreddîn Sofî merasîma sersaxiyê li dar xist. Endamên saziyên sivîl û leşkerî û şêx û rûspiyan şêniyên bajar beşdarî merasîmê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Holê Yasîn El Mizil bal kişand ser ked û berxwedana şehîd Nûreddîn Sofî û got: "Fedakarî û hezkirina xwe ji qada şer derbasî dilê şêniyan kir. Hezkirin ji çeperên şer derbasî bîra gelê ku dayînê ji bîr nake, kir.”

El Mizil anî ziman ku “şehîd Nûreddîn Sofî bû destanek di rûpelên dîroka têkoşîn û berxwedanê de”.

Hevserokê Meclisa Bajarê Holê Şahîn El Heran jî sersaxî ji malbata şehîd Nûreddîn Sofî û tevahiya malbatên şehîdan re xwest û diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî li şehîdên şoreşê derdikeve.

Di dewama merasîmê de bi navê rûpsiyên Holê Hemed El Eles jî bi bîr xist ku şehîd Nûreddîn Sofî ji bo azadî û rûmetê jiyana xwe feda kir, pêşengî ji pêngavên rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ’ê re kir û li hember terorê destanên lehengiyê nîşan nivîsandin.

Hevserokê rêxistina PYD’ê yê bajarê Holê Emar Mûsa jî konê sersaxiyê yê şehîd Nûreddîn Sofî wek “konê rûmetê" bi nav kir û got kon sembola xwedîderketina li têkoşerên azadî û rûmetê ye.

Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên bajarê Holê Mihemed Hiweyîr diyar kir ku şehîd Nûreddîn Sofî ala şehîdan bi serbilindî rakir û got: "Em li vir kom bûne da ku lehengeke ji lehengên heqîqetê û sembolek ji sembolên fedaîtiyê oxir bikin."

Merasîm bi dirûşman bi dawî bû.

(bb)