Li Reqayê sersaxî ji malbata 2 şervanên QSDˊê re hat xwestin

Xelkê kantona Reqa ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sersaxî da malbata 2 şervanên QSDˊê şehîd Têkoşer Efrîn û Sîdar û got ew ê li ser şopa şehîdên xwe bin.

9 cotmeh, 2025   16:38
REQA

Bi sedan xelkê kantona Reqa û koçberên Efrînê yên li kantonê û endamên saziyên leşkerî û sivîl, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîd Têkoşer Efrîn. Konê sersaxiyê li pêş mala malbata şehîd Sîdar (Elî Mihemed Derwêş) a li taxa Nezlet Şehadê ya Reqayê hat vedan.

Şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Têkoşer Efrîn (Îbrahîm Omer) di 13ˊê Çileya 2025ˊan de şehîd bûbû. Şehîd Sîdar (Elî Mihemd Hemîd Derwêş) jî di 15ˊê Kanûna 2024ˊan de, di Berxwedana Bendava Tişrînê de şehîd bûbû.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Osman Ebdo axivî û got: "Ji vir, ji vî cihî em sersaxiyê didin malbata şehîd Têkoşer û Elî."

Ebdo diyar kir ku "Bi saya şehîdan em îro li vir kom bûne û bi saya wan em hev temam dikin. Em sersaxiyê ji tevahî malbatên şehîdan re dixwazin û soza şopandina rêça wan didin."

Endama Meclisa Leşkerî ya Reqayê Fereh Mihemed got: "Em sersaxiyê ji malbata şehîd Îbrahîm û şehîd Elî re dixwazin û soz didin tevahî şehîdên xwe ku rêça wan bişopînin."

Li aliyekî din jî endamê Kombenda Efrîn a Civakî Mihemed Hikmet got: "Em îro li bin konê şehîdên xwe yên leheng şehîd Îbrahîm û Elî kom bûne û soz didin malbatên şehîdan ku li ser rêça şehîdan bin."

Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Buşra Ebdo jî diyar kir ku "Şehîdên me di Berxwedana Bendava Tişrînê de li eniyên pêş bûn û bûn sembola berxwedan û dîrokê. Wê şehîdan di bîra me de zindî bimînin."

Merasîm bi diruşmên "şehîd namirin" bi dawî bû.

(fr)

ANHA