Li Qamişloyê têkildarî perwerdeyê û meteryalan panel

Beşdarên panela têkildarî perwerdê û meteryalên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bal kişand ser girîngiya perwerdeya bi ziman û çandên gelan û pêwîstiya pêşxistina meteryalan li gorî pîvanên navneteweyî.

Li Qamişloyê têkildarî perwerdeyê û meteryalan panel
Li Qamişloyê têkildarî perwerdeyê û meteryalan panel
Li Qamişloyê têkildarî perwerdeyê û meteryalan panel
Li Qamişloyê têkildarî perwerdeyê û meteryalan panel
Li Qamişloyê têkildarî perwerdeyê û meteryalan panel
Li Qamişloyê têkildarî perwerdeyê û meteryalan panel
Li Qamişloyê têkildarî perwerdeyê û meteryalan panel
Li Qamişloyê têkildarî perwerdeyê û meteryalan panel
Li Qamişloyê têkildarî perwerdeyê û meteryalan panel
9 cotmeh, 2025   21:15
QAMIŞLO

Saziya Perwerdehiya Suryanî ya Olaf Taw li Hola Komeleya Xêrxwaziyê ya Ermenî ya li Qamîşloyê der barê proseya perwerdeyê û meteryalên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de paneleke diyalogê li dar xist. Di panelê de hejmarek malbatên xwendekaran û kesên eleqeyê didin perwerdeyê amade bûn. 

Panel bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûre nîqaşên berfireh ji hêla şêwirmendê saziyê Malik Esmer û hevseroka saziyê Aşnûnî Herdo ve der barê dozên girêdayî rewatiya meteryalan, pisporiya kadroyên perwerdê û mekanîzmeya naskirina bawernameyên herêmê de hatin kirin.

Axêveran diyar kir ku meteryalên Rêveberiya Xweser danîne bi armanca "ziman û çanda dayikê" li gorî pîvanên exlaqî û mirovî yên ku ji hêla UNICEF û UNESCO ve hatine pejirandin, bêne dayîn.

Axêveran îşaret pê kir li pêş kadroyên perewrdê zehmetî hene. Ji ber ku pergala perwerdeyê de mekanîzmeyeke nû hatiye danîn, ew jî pergala nirxandinê ye.

Di panelê de hat gotin ku divê naskirina saziyane ya perwerdehiyê bê kirin, ji ber naskirin rewabûnê nade, lê belê divê biryara wê bê dayîn. Her wiha hate gotin ku avakirina saziyên perwerdeyê yên serbixwe bingeha her pergala perwerdeyê ya giştî û gelek derçûyên zanîngehên Rêveberiya Xweser xwendina xwe li derve temam kirin.

Di dawiya panelê de hat gotin ku perwerdeya bi ziman û çanda gelan nirxên demokrasî û mirovahiyê bi pêş dixe û gaveke ber bi pêşxistina pergala perwerdehiyê ya saziyane ya di navneteweyî de naskirî, ye.

(fr)

ANHA