Li pêşiya avahiya Dadgeha Cezayan a Navneteweyî çalakiya ji bo Siwêdayê

Bi daxwaza ku hesab ji binpêkirinên Tîrmeha 2025‘an ên Siwêdayê were pirsîn, çalakiyek li pêşiya avahiya Dadgeha Cezayan a Navneteweyî ya Lahayê hat lidarxistin.

Li pêşiya avahiya Dadgeha Cezayan a Navneteweyî çalakiya ji bo Siwêdayê
18 tîrmeh, 2026   21:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakvan û sûriyeyên li Hollandayê bi daxwaza ku hesab ji berpirsên binpêkirinên Tîrmeha 2025‘an ên li Siwêdayê were pirsîn, çalakiyek li pêşiya Dadgeha Cezayan a Navneteweyî ya li Lahayê li dar xist.

Çalakvanan pankartên bi doza pêkanîna edaletê ji qurbaniyan re, aşkerakirina aqûbeta windayan û hesabpirsîna ji berpirsên binpêkirinan vekirin.

(bb)