Li peravên Tirkiyeyê bota penaberan qeza kir: 14 kes mirin

Li perava bajarê Antalya yê Tirkiyeyê boteke penaberan li keştiyeke Parastina Peravan a Tirkiyeyê qelibî. Bi kêmanî 14 penaber mirin.

Li peravên Tirkiyeyê bota penaberan qeza kir: 14 kes mirin
9 adar, 2026   15:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Boteke penaberan li perava parêzgeha bajarê Antalya yê li başûrê Tirkiyeyê li keştiyeke hêzên Parastina Peravan a Tirkiyeyê qelibî. Di encamê de bi kêmanî 14 penaber mirin.

Parêzvanên peravan ên Tirkiyeyê der bare mijarê de daxuyaniyek weşand û diyar kir ku bot îro serê sibehê li perava Fînîke ya Antalyayê hat dîtin. Her wiha destnîşan kirin ku wan gelek caran hişyarî da penaberan ku rawestin, lê wan hewl daye birevin.

Der barê nasnameyên penaberan û hejmara kesên rizgarbûyî de agahî nehatin parvekirin.

(bb)