Çeteyan li Serêkaniyê mal talan kirin

Hin çeteyên dewleta Tirk ên li Serêkaniyê malên xelkê wê yên koçber bûne, talan kirin.

Çeteyan li Serêkaniyê mal talan kirin
9 adar, 2026   15:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku hin çeteyên komên "Ehrar El Şerqiye û "Ceyş El Îslam" beriya ji Serêkaniyê vekişin, malên xelkê wê yê koçberbûyî talan û texrîb kirine.

SOHR'ê da zanîn ku çeteyan beriya derkevin, li gundê Sefeh û deverên din ên gundewarên Serêkaniyê milkên şêniyan talan kirin. Hate diyarkirin ku çeteyan tevî kel û pelên di malan de, pencere û kablên ceyranê talan kirine û benzînxaneya gund xirab kiriye.

(bb)