Li perava Sûriyeyê dîsa şewat derket

Li gundewarên Tertûs û Laziqiyê şewatên mezin derketin. Metirsî hene ku ji ber leza ba mal û baxçeyên derdorê bide ber xwe.

Li perava Sûriyeyê dîsa şewat derket
22 îlon, 2025   14:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê sibehê navbera gundên Kefrûn û Dertî yên gundewarê Şêx Bedir ê parêzgeha Tertûsê şewatek mezin derket. Metirsî jî hene ku agir mal û baxçeyên derdorê jî bide ber xwe.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku şêniyên bi rêbazên kevin agir vemirandin, ekîbên parastina sivîl jî piştî kontrolkirina şewatê gihiştin cih bûyerê.

Li gorî SOHR’ê, li gundê Zeynbû yê Qirdahayê Laziqiyê jî şewatek mezin derket, ji ber leza ba şewat belav bû û hewldanên kontrokirinê zehmet kirin.

Hate diyarkirin ku li gundê Tertiyan ê nêzî bajarokê Selmay jî metirsî hene ku şewat mal û baxçeyan bide berxwe. Hate zanîn ku şênî bi rêbazên kevin hewldanên vemirandina agir didomînin.

Navenda çavdêriyê destnîşan kir ku duh li daristanên herêma Heb Nemra yê rojavayê Qirdahayê jî şewat derket û fikar hene ku şewat qadên niştecihan jî bide ber xwe. SOHR’ê ragihand ku şênî û ekîbên parastina sivîl hewlên vemirandina agir didomînin, lê ji ber erdîngariya dijwar û zêdebûna qada hêşînê kontrokirina bi temamî ya şewatê zehmet dibin.

Di Tîrmehê de jî li daristanên Laziqiyê şewat derket û 12 rojan dom kir. Di encamê de derdora 16 hezar hektar daristan û zeviyên çandiniyê wêran bûn. Her wiha zerar li 45 gundan bû.

(bb)