Li Eyn Îsayê nasname li xwediyên wan hatin belavkirin

Rêveberiya Belgeyên Sivîl li Eyn Îsayê nasname û destûrnameyên ajotinê ku ji hêla saziyên rejîma berê ve hatibûn çêkirin, radestî xwediyên wan kirin.

Li Eyn Îsayê nasname li xwediyên wan hatin belavkirin
Li Eyn Îsayê nasname li xwediyên wan hatin belavkirin
Li Eyn Îsayê nasname li xwediyên wan hatin belavkirin
22 îlon, 2025   14:42
EYN ÎSA

Ji ber rewşa piştî hilweşîna rejîma berê, gelek şêniyan nekarî nasname û belgeyên xwe yên fermî ku ji hêla saziyên rejîmê ve hatibûn amadekirin, wergirin. 

Rêveberiya Belgeyên Sivîl li Eyn Îsayê bi sedan nasname û destûrnameyên ajotinê yên şêniyên bajar û bajarokên kantona Firatê (Eyn Îsa, Silûk, Girê Spî) li xwediyên wan belav kirin.

Hevserokê Rêveberiya Belgeyên Sivîl a Eyn Îsayê Ebdilezîz Hemza da zanîn ku wan li ser daxwaza Desteya Karên Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev xebat kiriye. Her wiha diyar kir ku bi vê gavê wan barê şêniyan sivik kiriye.

Li gorî Hemza, niha li rêveberiyê bi qasî 916 nasname û 6 destûrnameyên ajotinê hene. Hemza bang li şêniyan kir ku belgeyên xwe wergirin.

(k)