Li Nîjeryayê êrişa Boko Haram: Zêdetirî 20 kes hatin kuştin

Di dema dawîn de êrişên çeteyên "Boko Haram" ên girêdayî El Qaîdeyê li gelek deverên Nîjeryayê zêde bûne. Di 2 êrişên dawîn de zêdetirî 20 kes hatin kuştin.

Li Nîjeryayê êrişa Boko Haram: Zêdetirî 20 kes hatin kuştin
28 nîsan, 2025   20:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên "Boko Haram" ên girêdayî El Qaîdeyê li dijî gundê Kwabrî yê herêma Hon a wîlayeta Adamawa ya bakurê Nîjeryayê êrişeke terorane pêk anî, di encamê de 10 pasdarên sivîl (tîmên ewlehî yên dilxwazî) hatin kuştin û gelek bi giranî birîndar bûn.

Hemwextî tevgerên hikumeta Nîjeryayê ya têkbirina "terorê" li herêmê, çeteyên El Qaîdeyê êrişên xwe yên "terorane" li herêma hawiza Gola Çadê zêde kirine.

Şêwirmendekî xwecihî yê berê yê herêma Garha Haile Anthony, got şeva berê (şemiya borî) hejmareke mezin a çeteyên "Boko Haram" bi ser gund gundekî de girtin, bi wan re çekên giran hebûn.

Anthony diyar kir ku di serdegirtina gund de 10 pasdarên sivîl hatin qetilkirin û hin birîndar bûn û rakirin navendî tibî ya fedralî.

Girêdayî mijarê, êrişeke din li herêma Boko Gede ya parêzgera Gwoza ya wîlayeta Borno li bakurê rojhilatê Nîjeryayê pêk hat û di encamê de 2 kes ji parastina sivîl hatin kuştin û bi dehan ji xelkê gund ku êzing kom dikirin hatin qetilkirin.

Ji sala 2009'an ve çeteyên "Boko Haram" êrişan bênavber pêk tînin. Di encamê de bi deh hezaran welatiyên Nîjeryayê bûn qurbanî û bi mîlyonan ji gundên Nîjeryayê koçber bûn.

(mh/fr)