Cotkarên Holê dest bi çandina “zêrê spî” kir

Cotkarên gundewarê bajarê Hol dest bi çandina pembo (Zêrê Spî) kir û hêvî kir ku ev berhem ji bo aboriya xwecihî û ji bo wan bibe sala qezencê.

Cotkarên Holê dest bi çandina “zêrê spî” kir
Cotkarên Holê dest bi çandina “zêrê spî” kir
Cotkarên Holê dest bi çandina “zêrê spî” kir
Cotkarên Holê dest bi çandina “zêrê spî” kir
29 nîsan, 2025   07:25
HESEKÊ
ELÎ SULTAN

Cotkarên gundewarê bajarê Hol ê kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi çandina pembo kir. Ji ber ku pembo li herêmê xwedî qîmeteke aborî û çandinî ye, bi "Zêrê Spî" tê naskirin.

Cotkar Seîd Îbrahîm got ku pembo di dawiya meha Nîsanê de, dema ku pileya germahiyê guncaw dibe, tê çandin. Tovê wê di axê te tên çandin û di meha Cotmehê de berhem tê berhevkirin.

Li herêmê, pembo yan bi reşandina tovan an jî bi danîna tovan bi rêya destan tê çandin. Lê rêbaza herî belav di nava cotkarên Holê de, çandina tovan di hewzan (meskeb) de ye, anku erd tê parçeparçekirin û tê de tov tên çandin. Lê ev rêbaz mîqdareke zêde ya avê xerc dike.

Tevî sûdên wê yên aborî, lê belê pembo wekî berhema ku axê diwestîne tê naskirin. Ji bo biserxistina berhemê pêwistî bi baldariyeke mezin a semadkirinê heye, bi taybet azot û fosfat, her wiha pêdiviya wê bi aveke zêde heye. Bi wê re pembo lêçûneke zêde divê, heta ku were berhevkirin.

BIHAYÊ BERHEMA 2024’AN

Saziya Giştî ya PembO ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bihayê tonek kirîna pemboya mewsima 2024’an bi 600 dolar diyar kiribû. Ev biha, di encama gelek civînên Meclisa Rêveber, Desteya Çandinî û Avdanê û Yekitiyên Cotkaran ên li tevahî kantonan de, hatibû diyarkirin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk girîngiyê dide piştgiriya beşa çandiniyê û dabînkirina zemîneke guncaw a kirîn û firotinê ku cotkaran werin teşwîqkirin, bi taybet piştî ku cotkaran zehmetî ji ber avhewayê û kêmbûna barîna baranê kişandin.

BERHEMEKE STRATEJÎK E

Pembo yek ji berhemên stratejîk ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, ne tenê di aliyê qezencê de, her wiha ji bo pêşxistina pîşesaziya herêmî ya di qada tekstîlê de û peydarkirina derfetên karê mewsimî li gundewaran.

Cotkar bi hêvî ne ku berhema îsal ji bo aboriya xwecihî û ji bo wan jî qezencê bîne.

(mh/fr)

ANHA