Têkildarî "Pêkanîna edaleta pêvajoya veguhêz" li Tebqayê panel
Beşdarên panela diyalogê ya li ser "Pêkanîna edaleta pêvajoya veguhêz" diyar kir ku divê reforma sazûmanî were pêkanîn, ji ber ku ev yek di avakirina baweriyê de û xurtkirina diyalogê bi tevahî aliyan re, gaveke girîng e.
Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya kantona Tebqayê li ser "pêkanîna edaleta pêvajoya veguhêz" ji bo avakirina Sûriyeya pêşerojê, li hola meclisê paneleke diyalogê organîze kir. Di panelê de endamên partiyê û Meclisa Koçberên Kantona Efrîn û Şehbayê ya li Tebqayê, saziyên olî, hiqûqnas û rewşenbîrên kantonê amade bûn.
Destpêkê endamê Yekitiya Parêzeran a Tebqayê Mehmûd Xebaş li ser mijarên panelê wekî pîvan û nirxên sereke yên edaleta pêvajoya demkî, mekanîzmeyên hesabxwestin û cezakirina sûcdaran, belgekirin û bîra nîştîmanî axivî.
Xebaş got: "Gihandina edaleta pêvajoya veguhêz stûneke bingeh e ku Sûriye bikaribe siberojeek aram û wekhev ava bike. Pirsgirêka rojane ya ku civaka Sûriyeyê pê re rû bi rû dimîne, ew e ku rastî aşkera bibe, sûcdar werin hesabpirsîn , binpêkirin dubare nebin. Divê mekanîzmayên ji bo pêvanîna edaleta pêvajoya veguhêz bi awayekî hevseng bi tecrûbeya gelê Sûriyeyê re di qonaxa piştî şer de werin diyarkirin. Lê divî dûrî tolhildanê bin. Ji bo ku Sûriye ber bi şerekî navxweyî ya mezhebî ve nebe û bi xwe re civaka Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê wêran neke."
Piştre, beşdaran girîngî da reformakirina sazûmanî, ku wekî gaveke pêşîn a avakirina baweriyê ye. Divê ew yek bi reformakirinên qanûnî yên giştî, avakirina desteyeke çavdêriyê ya serbixwe ku xebatên xwe li ser pêkanîna zelalî û hesabpirsînê bike, pêk bê. Piştre wê rê li pêş gihandina edaleta pêvajoya veguhêz veke ku alozî bi dawî bibe û îstîqîrar çêbe.
Beşdaran diyar kir ku divê edaleta pêvajoya veguhêz bi pêvajoya sazkirina destûra niştîmanî ya giştî ya Sûriyeyê re wekhev bimeşe, ku tê de pirrengiya civaka Sûriyeyê berçav were girtin, xwe bispêre xwezaya sûriyeyiyan, taybetmendî û mafên her pêkhateyê misoger bike.
(mh/fr)
ANHA