Li New Yorkê erd hejiya

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a DYA’yê diyar kir ku  li New Yorkê bi pileya 4,8 erd hejiya.

Li New Yorkê erd hejiya
5 nîsan, 2024   22:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a DYA’yê ragihand ku li New Yorkê bi pileya 4,8  erdhej çêbû.

Li gorî nûçeya AFP’ê, li bajarê Brooklyn avahî, pê re û derî û perçe hejiyan.

Neteweyên Yekbûyî ku di dema erdhejê de civîna xwe ya li ser Xezayê li avahiya xwe ya li New Yorkê li dar dixin, civîn ji bo demekê paş xist.

Ji ber erdhejê, balafirgehên LaGuardia ya li New York, Philadelphia û Newark ên li New Jersey jî di nav de, li hinek balafirgeha tevgera çûn û hatinê hate rawestandin.

Rêvebiriya Hewayî ya Federal di daxuyaniyekê de got ku di demek nêzî de balafirgeh dest bi xebatan bike."

Der barê ziyanan de heta niha agahî nehatin parvekirin.