ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-04-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-04-2024
6 nîsan, 2024   02:00

Pêkhateyên kantona Cizîrê, berxwedana HPG û YJA-Starê ya li hember êrişên dagirkirin, qirkirin û xiyanetê silav kir û ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, soza berdewamkirina têkoşînê da. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Pisporê rewşa Tirkiyê Mihemed Nûredîn diyar kir ku hilbijartinên şaredariyan ku tê de Erdogan û partiya wî têk çûn, girîng in û dê bandorê li AKP û rewşa navxweyî ya Tirkiyeyê bike. Nûredîn anî ziman ku aloziya aborî û siyasetên derve yê Erdogan sedemên têkoçûna wî di hilbijartinan de ne. (BI WÊNE).

Tevî êriş û dorpêçê jî jinên ji Efrînê amedekariya cejna Remezanê dikin û şêraniyan çêdikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Fermandarê Lîwa Siwar Idlib destnîşan kir ku tiştên ku li Idlib û deverên dagirkirî diqewimin bi fermanên dewleta Tirk a dagirker e û got: " Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên Heyet Tehrîr El Şam Idlib veguhastin navenda terora cîhanî." (BI WÊNE Û DÎMEN).

Lêkolerê kar û barên Îranê yê ji Misirê Mihemed Ibadî got di civîna Meclisa Ewlehiya Neteweyî ya Îranê de biryar hatiye dayîn ku êrişên Îsraîlê bê bersiv nemînin û rasterast li dijî hêzên leşkerî yên Îsraîlê be. (BI WÊNE).

Şehîdên YPJ’ê Sorxwîn Celal û Arîn Kobanê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişlo tên oxirkirin, saet di 11.30’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Meclisa Navçeya Til Hemîsê sînevîzyonekê li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan li hola çandê pêşkêş dike, saet di 11.00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li bajarê Hesekê bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan şahiyek tê lidarxistin, saet di 18.00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA