Nûredîn: Binkeftina Erdogan û AKP’ê qonaxeke girîng e

Pisporê rewşa Tirkiyê Mihemed Nûredîn hilbijartinên şaredariyan ku tê de Erdogan û partiya wî têk çûn, wekî "Qonaxeke girîng ku dê bandorê li AKP û rewşa navxweyî ya Tirkiyeyê bike" nirxand. Nûredîn anî ziman ku aloziya aborî û siyasetên derve yê Erdogan sedemên têkçûna wî di hilbijartinan de ne.

Nûredîn: Binkeftina Erdogan û AKP’ê qonaxeke girîng e
6 nîsan, 2024   05:28
NAVENDA NÛÇEYAN
YEHYA EL HEBÎB

Pisporê rewşa Tirkiyeyê Mihemed Nûredîn ê ji Lubnanê têkildarî hilbijartinên xwecih ên li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê ji ANHA’yê re axivî.

LI TIRKIYEYÊ HILBIJARTINÊN ŞAREDARIYAN POLÎTÎK IN

Mihemed Nûredîn di destpêka axaftina xwe de bal kişand ku li welatan hilbijartinên şaredariyan xwedî taybetmendiyeke geşkirin, aborî, xizmetguzarî û debarî ye, lê li Tirkiyeyê polîtîk e. Nûredîn diyar kir ku encam û nîşaneyên hilbijaritnên şaredariyên Tirkiyeyê ji hilbijartinên serokkomariyê an jî parlamanto cûda nin in û got: "Em dikarin bêjin ku ev hilbijartin girîng e, cara yekê ye ku partiya serdest AKP û hevkarê wê MHP’ê ji dema ku di sala 2002’an de bûne desthilatdar bi bin dikevin. Ev mijar hem di aliyê manewî de û hem jî di aliyê madî de gelekî girîng e."

’DÊ BANDOREKE MEZIN LI AKP’Ê BIKE’

Mihemed Nûredîn li ser bandora binkeftina AKP’ê li partiyê û rewşa navxweyî ya Tirkiyeyê ev nirxandin kir: "Bê guman AKP’ê ku cara yekemîn bibe partiya duyemîn ne ya yekemîn wê bandorke manewî ya mezin li rewşa partiyê bike.  AKP’ê ku rêjeya wê di sala 2019’an de ji sedî 46, daket ji sedî 35. Di hilbijartinên parlamento yên Gulana borî de çiqasî bi rengkî kêm paşketibe jî, lê bandorên wê li hundirê Tirkiye, rewşa partiyê û rewşa hikumtê mezin be, di encamê de dê li hikumetê ferz e ku plnanên xwe û armancên xwe yên pêşîn di ber çavan re bigire."

Nûredîn rewşa aborî ya paşketî yek ji sedemên sereke yên binkeftina AKP’ê di hilbijartinan de nirxand û got: "Dema em vê rastiyê baş fêm bikin em ê tê bighêjin ku erka sereke ya hikumetê di pêvajoya bê de ew e ku siyaseta xwe biguhere da ku rewşa aborî rizgar bike û rê li ber hilweşîna nirxê pereyê Tirkiye bigire."

’ENDAMÊN AKP’Ê JI  XEZÎNEYA DEWLETÊ XWARIN’

Nûredîn diyar kir ku paşketina dengdên AKP’ê dê bandoreke neyînî di hundirê partiyê de bike û ev li gotinên xwe zêde kir: "AKP’ê di 10 salên dawîn de endam û rêveberên wê ji xezîneya dewletê xwarin bêyî ku hesab ji wan bê pirsîn. Her wiha siyaseteke aborî meşandin ku dikeve xizmeta çend dewlemend û şirîketên girêdayî APK’ê.  Vê yekê bandoreke mezin li  aliyên îdeolojîk ên endamên APK’ê kir. Di heman demê de Erdogan hewl da partiyê tenê di şexsa xwe de bibîne, ji ber wê jî di partiyê de tu kesayet û berpirsên din ên xwedî hizûr derneketin. Ev hemû pirsgirêkên bi girêk in. Nayê zanîn dê AKP’ê çawa van pirsgirêkan derbas bike. Erdogan di daxuyaniyên xwe yên piştî hilbijartinan de soz dabû ku dê xeta partiyê serest bike. Lê piştî ewqas sal kes nizane bê gelo AKP’ê bikare xwe ji vê tengasiyê derxe yan na."

’SIYASETÊN WÊ YÊN DERVE BANDOR LI ENCAMÊN HILBIJARTINAN’

Nûredîn wiha domand: "Tevî ku bandora siyasetê ne gelekî mezin bû jî lê para wê di hilbijartinan de hebû. Yanî gelek alîgirên AKP, tevgerên muhafezkar û yên sivîl ên ku destek didan doza Filistînê dengê xwe nedan AKP'ê, lê dengê xwe dane tevgera olî an ku Rafah. Li vir jî em dibînin çima rêjeya dengan ji bo Rafahê heta ji sedî 6.7 zêde bû. Sedema vê yekê siyasetên derve yên Erdogan e, bi taybetî jî bêdengiya Erdogan a li hember komkujiyên Îsraîlê yên li Xezayê û domandina bazirganiyê bi Îsraîlê re ye."

Nûredîn diyar kir ku siyasetên derveyî yên AKP'ê li Sûriye, Iraq û bakurê Afrîkayê hiştin rewşa aborî ji ber bikaranîna budceya dewletê di şerên derveyî de, paş bikeve û got: "Dijminên AKP'ê dibînin ku şerên wî yên li derve bê encam in, lê AKP’ê siyasetên xwe yên li derve wekî berdewama projeya Osmaniya Nû şîrove dike ku hewl dide bakurê Sûriyeyê û bakurê Iraqê kontrol bike."

ERDOGAN DEV JI SIYASETÊN XWE YÊN MÊTINGERIYÊ LI SÛRIYE Û IRAQÊ BERNADE

Mihemed Nûredîn anî ziman ku Erdogan dest ji siyasetên xwe yên mêtîngeriyê yên li Sûriyeyê û Iraqê bernade û ev nirxandin kir: "Niha jî, gelo wê Erdogan siyasetên xwe yên derve di ber çavan re bigire? Dibe ku bersiv ne hêsan be ji ber ku Tirkiye bi NATO, Îsraîl û dewleyên Kendava Erebî ve girêdayî ye. Her wiha ji ber çavnebariya Osmanî ya ku li gor Mîsaq Milî li herêmê bi taybetî li bakurê Sûriye, Iraq û Kafkasyayê dimeşe.Erdogan dest ji siyasetên xwe yên li bakurê Sûriye û bakurê Iraqê bernade. Ev siyaset beşek ji îdeolojiya wî ya neteweyî ya Osmanî ye. Erdogan ji dema desthilat bi dest xist hewl dide armancên xwe bighîne serî. Lê ez bawer nakim siyasetên wiha yên mêtingeriyê encamên erênî bigirin, nexasim eger li hember van siyasetan berxwedanek bê kirin, çi ji aliyê PKK'ê çi kî ji aliyê hêzên herêmî ve tên ku ji ber siyasetên AKP'ê zirar gihîştiye wan."

(mh)

ANHA