Li Kobanê û herêma Cizîrê piştî qutkirinê rewşa elektrîkê

Ji nîvê Çileyê ve Ii ser Rojava êrişên komên hikumeta demkî çêbûn. Di êrişan de bendavên Firat û Tişrîn û santrala elektrîkê ya Cibsayê hatin texrîbkirin û elektrîk bi zanebûn li ser Kobanê û Cizîrê hat birîn. Vê yekê krîza mirovî girantir kiriye, bi taybet ku bajarê Kobanê ji 20`ê Çileyê ve di bin dorpêçê de ye.

Li Kobanê û herêma Cizîrê piştî qutkirinê rewşa elektrîkê
11 sibat, 2026   07:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Di nîvê Çileya 2026`an de, Rojava rastî êrişên komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê hat. Di nava van êrişan de elektrîk bi tevahî li ser Kobanê û Cizîrê hat qutkirin. Di heman demê de ji 20`ê Çileyê ve bajarê Kobanê ji hêla hêzên hikumeta demkî ve hatiye dorpêçkirin.

Li Cizîrê niha tenê xeta elektrîkê ya ji santrala elektrîkê ya Siwêdayê dixetibe ku ji 8 turbînan tenê 2 dixebitin û ev 2 turbîn nêzîkî 30 megawat elektrîkê çêdikin. Ev elektrîk ji bo xebitandina nexweşxane, aşxane, nanpêjxane û bîrên avê tê bikar anîn, lê deverên niştecîbûnê û saziyên din bê elektrîk in.

Ev santral bi berdewamî ji aliyê hêzên dagirker ên Tirk ve rastî êrişên hewayî yên rasterast hatiye, ku zirarên girîng çêkiriye.

Bajarê Kobanê ji 18`ê Çileyê ve ji ber nebûna xetên elektrîkê yên alternatîf û çavkaniyên enerjiyê, elektrîk bi tevahî qut bûye. Santralên elektrîkê piştî êrişên komên hikûmeta demkî li ser xetên ku ji Bendava Tişrînê tên, rawestiyan.

Li gorî Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser, herêma Cizîrê hewceyê nêzîkî 600 megawat e. Berê, beşek ji vê bi rêya xeta 66 kîlovoltî ji Bendava Firatê werdigirt, her wiha nêzîkî 50 megawat ji îstasyona gaz û petrolê ya Cibsayê werdigirtin, ku elektrîk dida gundewarê başûrê Hesekê, û îstasyona gazê ya Siwêdayê, ku 30 megawat peyda dikir.

Kobanê hewceyê 50 megawat e, berê ji santrala elektrîkê ya li Bendava Tişrînê bi rêya îstasyonên Sirîn û Eyn Îsayê elektrîk werdigirt.

BÛ SEDEMA KRÎZÊN MIROVÎ Û XIZMETGUZARIYÊ

Qutbûna elektrîkê di 18`ê Çileyê de piştî ku komên çekdar ên hikumeta demkî bendavên Tişrîn û Firatê kontrol kirin, dest pê kir û bû sedema rawestandina stasyonên avê li Kobanê û her wiha rawestandina xizmetên nexweşxaneyan û dezgehên jiyanî.

Desteya Enerjiyê ya Kobanê daxuyandibû ku qutbûna elektrîkê bûye sedema rawestandina 14 stasyonên ava vexwarinê li bajêr û gundewarên derdora wê ku jiyana zêdetirî 500 hezar kesan xistiye xetereyê, ji ber ku ava vexwarinê nêzîkî 20 rojan qut bûye.

Tîmên sererastkirinê ji ber astengiya ji aliyê komên çekdar ve nekarîn bigihîjin xeta elektrîkê ya 66 kV ya di navbera Kobanê, Sirîn û Eyn Îsayê de ji bo sererastkirina wê. Di dawiyê de, roja Duşemê 9`ê Sibatê, Desteya Elektrîkê ya Kobanê karî kabloyên ku ji ber êrişan zirar dîtine sererast bike, û ev yek rê da ku elektrîk vegere bajêr.

DESTDIRÊJIYÊN LI SER XET Û SANTRALÊN ELEKTRÎKÊ

Hevserokê Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser Ziyad Rustem ji ajansa me re got: "Sedemên qutbûna elektrîkê ya niha ew e ku komên çekdar ên hikumetê piştî ku bendavên Tişrîn û Firatê û santrala elektrîkê ya Cibisê kontrol kirin, destdirêjî li ser li ser xetên elektrîkê û santraên elektrîkê kirin û rê li ber tîmên sererastkirinê girtin ku zirarê sererast bikin."

Rustem wiha domand: "Ji ber vê rewşê niha vegerandina elektrîkê ne pêkan e. Me ji bo peydakirina mekanîzmayên sereastkirina xetên elektrîkê têkilî bi Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor re kir, lê heta niha li ser erdê tu gavên berbiçav nehatine avêtin.”

Rustem diyar kir ku qutbûna berdewam dê krîza mirovî û xizmetguzariyê girantir bike û da zanîn ku elektrîka heyî tenê bi têra dezgehên girîng dike, lê piraniya deverên niştecihbûnê bê elektrîk mane.

(k)

ANHA