Koçberên Efrînê dixwazin bi ewle vegerin warê xwe

Koçberên Efrînê daxwaza vegera ewle li warê xwe kir û got, girêdana bi Efrînê ve ji  girêdaneke erdîngarî wêdetir girêdana bi nasname û dîroka xwe ve ye.

Koçberên Efrînê dixwazin bi ewle vegerin warê xwe
Koçberên Efrînê dixwazin bi ewle vegerin warê xwe
Koçberên Efrînê dixwazin bi ewle vegerin warê xwe
Koçberên Efrînê dixwazin bi ewle vegerin warê xwe
Koçberên Efrînê dixwazin bi ewle vegerin warê xwe
Koçberên Efrînê dixwazin bi ewle vegerin warê xwe
11 sibat, 2026   03:45
QAMIŞLO

Şêniyên ji Efrînê yên cara çaremîn ji warê xwe koçber bûne, piştî ji Reqa û Tebqayê bi darê zorê hatin koçberkirin li bajarê Amûdê hatine bicihkirin bi biryar in ku bi awayekî lezgîn û ewleh vegerin warê xwe.

Koçberê bi navê Ehmed Bekir diyar kir ku çekdarên hikumeta demkî gefa kuştin li wan xwarin û gotinên xirab ji wan re kirine û got, çiqas astengî û zehmetî hebin ew dixwazin vegerin warê xwe Efrînê.

Koçbera bi navê Nezîra Henan jî daxwaza vegera li bajarê xwe Efrînê kir û ev li gotinên xwe zêde kir "Em qedera xwe nizanin. Em dixwazin vegerin. Em ji ber xerîbiyê westiyan. Em dixwazin bi ewle û aram li ser erdê xwe bijîn."

Koçbera bi navê Evîn Mihemed jî da zanîn ku ew di rewşek zehmet re derbas dibin û çareserî di vegerê de ye.

Evînê got: "Em nizanin dijmin çi ji me dixwaze. Tevahî zarokên me li koçberiyê ji dayik bûne û nizanin ew ji ku derê ne. Em dixwazin bi rûmet bi hêzên xwe re vegerin. Em li bendê derfetê ne. Heya kengî em ê koçber bin?"

(bb)

ANHA