‘Pêdiviya qonaxê bi helwesteke yekbûyî ya Kurdan heye’

Şêniyên herêma Aliyan a Çilaxayê diyar kir ku pêdiviya qonaxa heyî bi helwesteke kurdî ya yekbûyî û nêrîneke hevbeş heye da ku li hember arîşeyên siyasî û ewlehiyê yên li pêşiya doza Kurd li Rojava bê sekinandin.

‘Pêdiviya qonaxê bi helwesteke yekbûyî ya Kurdan heye’
11 sibat, 2026   02:35
QAMIŞLO
BESNE ŞEMO

Şêniyên herêma Aliyan a bajarê Çilaxayê li dijî gefên li ser Kurdan banga yekitî, helwesteke yekbûyî û nêrîneke siyasî û ewlehî ya hevebeş li gelê Kurd kir.

Nûrî Hiso bi van gotinan banga yekitiyê li gelê Kurd kir: "Bêyî yekrêziyê em dê parçe bibin û parçebûn dê nebe sedema naskirina Kurdan û mafên me yên neteweyî li Sûriyeyê.’’

Nûrî Hiso bang li aliyên Kurdî kir ku nakokiyên xwe yên partiyetî deynin aliyekî û ji bo doza Kurdî û mîsogerkirina mafên Kurdan di destûra Sûriyeyê de bi nêrîneke yekbûyî bixebitin.

Idrîs Hisên jî anî ziman ku êrişên li ser Rojava gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê kirin yek û got: "Divê gelê Kurd dengê xwe, helwesta xwe û nêrîna xwe ya siyasî bikin yek, ji ber ku êriş li ser hebûna Kurdan bû."

Idrîs Hisên diyar kir ku divê şandeya Kurdî ya Rojava mîsyona xwe ya siyasî û dîplomatîk bi cih bîne da ku eniya kurdî were xurtkirin û ji bo mîsogerkirina mafên rewa yên Kurdan di destûra Sûriyeyê de bixebitin.

Canê Ebdulezîz bang yekrêziya Kurdî û dûrketina ji nakokiyan kir û destnîşan kir ku nakokî dikevin xizmeta dijminên Kurdan.

Şukriya Temo helwesta piştgir a gelê Kurd li çar aliyên cîhanê û Kurdistanê û tevlêbûna wan a seferberiya parastina Rojava silav kir û diyar kir ku ev helwest ji bo doza Kurdî gaveke baş e.

Şukriya Temo da zanîn ku çarenûsa Kurdan yek e, ji ber ku her çar parçe bi hev re girêdayî ne û plan li dijî hemûyan e.

Bîhan Remedan Mihemed jî destnîşan kir ku ji bo parastina hebûna Kurdan û rûmeta wan ji êrişan pêdiviya pêvajoya heyî bi yekitiya Kurdan heye.

(bb)

ANHA