Li Kievê teqîn û artêşa Ukrayna 50 balafirên bêmirov xistin xwarê

Li paytexta Ukraynayê Kievê dengê teqînan hate bihîstin. Artêşa Ukraynayê ragihand ku wê ji 73 balafirên bêmirov 50 balafir xistin xwarê.

Li Kievê teqîn û artêşa Ukrayna 50 balafirên bêmirov xistin xwarê
24 mijdar, 2024   16:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemeniyê yên Ukraynayê ragihand ku vê sibê dengê teqînan li Kievê hatiye bihîstin.

Kanala TSN a Ukraynayê li ser telegram wiha nivisî: "Vê sibê saet di 4:45`an de li gorî dema Moskovê, dengê teqînan ji Kievê hate bihîstin. Seferberiya hewayî li bajêr hate ragihandin."

Li gorî çapemeniya Ukraynayê dengê teqînan li kantona Somî, navenda herêmê û bajarê Romnî jî hatiye bihîstin.

Artêşa Ukraynayê ragihand ku pergala parastinê ya hewayî ya Ukraynayê wê ji 73 balafirên bêmirov ên Rûsyayê 50 balafir xistine xwarê.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, piştî belavbûna agahiyan ku "Rûsya 20`ê Mijdarê amadekariyên êrişeke mezin dike" ragihandibû ku balyozxaneya xwe ya li Kievê bigire.

Piştî ragihandina Ukraynayê ku wê bi moşekan "Atachs" ên amerîkî navendên Rûsyayê bombebaran kirine, Amerîka biryara girtina balyozxaneya xwe da.

Fransa jî tev li DYA û Brîtanyayê bûn ku Ukrayna dikare çekên wan ên menzîldûr li dijî Rûsyayê bi kar bîne. Rûsya li hember vê biryarê, nerazî bû.

(şx)