Li Çelebiye şahiya pîrozkirina avakirina PKK`ê

Şêniyên bajarê Çelebiye yê kantona Firatê salvegera 46`an a damezirandina PKK`ê bi şahiyekê pîroz kir. Şêniyan soz da ku heta azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin dê têkoşîn û berxwedanê bidomînin.

Li Çelebiye şahiya pîrozkirina avakirina PKK`ê
Li Çelebiye şahiya pîrozkirina avakirina PKK`ê
24 mijdar, 2024   16:17
EYN ÎSA

Nivîsgeha rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Çelebiye bi boneya salvegera 46`an a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) şahiyek li dar xist. Bi sedan şênî, nûnerên partiyan û rêxistinên jinan tev li şahiyê bûn.

Berdevkê nivîsgeha PYD`ê Gedro Xelîl got: "Partî nêzî 50 sal e bê navber ji bo azadî û rûmeta gelê xwe tê dikoşe û gelek ciwan di oxira wê de feda kirin."

Xelîl soz da ku heta azadiya Rêber Abdullah Ocalan were bidestxistin, dê têkoşînê mezin bikin.

Hevseroka Meclisa Bajarê Çelebiye Meyade Delî got: "PKK`ê di encama êş û çewisandina li dijî gelê Kurd dihate kirin de, ava bû. Li hemberî zulmê û zordestiyê bû sembola têkoşîn û berxwedanê."

Meyade bal kişand ser pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan tê kirin û got heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin dê têkoşîn û berxwedanê mezin bikin.

Di dawiya şahiyê de beşdaran berxwedana şervanên Tevgera Rizgariya Kurdistanê û berxwedana Rêber Abdullah Ocalan silav kir.

(şx)

ANHA