Li Kerkûkê çeteyek DAIŞ’ê hate girtin

Di encama operasyona Saziya Dije Teror a Iraqê de, li sînorê parêzgeha Kerkûkê çeteyekî metirsîdar ê DAIŞ’ê hate girtin.

Li Kerkûkê çeteyek DAIŞ’ê hate girtin
4 mijdar, 2026   15:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Saziya Dije Teror a Iraqê derbarê girtina çeteyekî DAIŞ’ê de li sînorê parêzgeha Kerkûkê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Di çarçoveya hewldanên hêzên me yên ji bo şopandina paşmayiyên çeteyên DAIŞ’ê û endamên wan, li sînorê parêzgeha Kerkûkê operasyonek hat li dar xistin û tê de çeteyekî metirsîdar ê DAIŞ’ê hat girtin.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku wê operasyonên bi heman armancê dewam bikin.