Zanîngeha Kobanê li ser pêşeroja xwe ya îdarî û akademîk civînek li dar xist

Li Zanîngeha Kobanê civîneke berfireh hate lidarxistin ku tê de biryarên dawîn ên Wezareta Perwerdeya Bilind a Sûriyeyê û encamên serdana serokê zanîngehê Şervan Mislim a li Şamê hatin nîqaşkirin.

Zanîngeha Kobanê li ser pêşeroja xwe ya îdarî û akademîk civînek li dar xist
Zanîngeha Kobanê li ser pêşeroja xwe ya îdarî û akademîk civînek li dar xist
Zanîngeha Kobanê li ser pêşeroja xwe ya îdarî û akademîk civînek li dar xist
Zanîngeha Kobanê li ser pêşeroja xwe ya îdarî û akademîk civînek li dar xist
Zanîngeha Kobanê li ser pêşeroja xwe ya îdarî û akademîk civînek li dar xist
Zanîngeha Kobanê li ser pêşeroja xwe ya îdarî û akademîk civînek li dar xist
Zanîngeha Kobanê li ser pêşeroja xwe ya îdarî û akademîk civînek li dar xist
4 mijdar, 2026   15:51
‏KOBANÊ

Rêveberiya Zanîngeha Kobanê ji bo nîqaşkirina geşedanên dawîn û biryarên têkildarî pêşeroja îdarî û akademîk a zanîngehê, civîneke berfireh li dar xist. Ev civînê piştî biryarên dawîn ên Wezareta Perwerdeya Bilind û Lêkolînên Zanistî hat ku fikarên mezin di nav xwendekar û kadroyên akademîk de çêkirine. 

Di civînê de mamoste û nûnerên xwendekaran amede bûn. Di civînê de hate diyarkirin ku di dema serdana Şamê de, gelek xal û biryarên ku li ser wan nerazîbûn hebûn hatine gotûbêjkirin. Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim destnîşan kir ku biryarek hatiye dayîn ku divê hemû zanîngehên li seranserî Sûriyeyê bikevin bin sîstema Perwerdeya Bilind a fermi û tu zanîngeh li derveyî vê sîstemê nemînin, her wiha hate xuyakirin ku her zanîngeha ku li derveyî vê sîstemê bimîne dê bawernameyên wê neyên naskirin.

Yek ji mijarên sereke yên ku di civînê de anîn ziman, mijara dabeşbûn û daxistina hin beşan û yekbûna Zanîngeha Kobanê bi Zanîngeha Helebê re bû. Şervan Mislim, di vî warî de aşkera kir ku hemû biryarên navxweyî dê ji aliyê rêveberiya zanîngehê bi xwe ve werin dayîn, lê wekî sîstem û daxwaza fermî ya ji bo naskirina bawernameyan, divê zanîngeh wek zanîngeheke fermî were hesibandin da ku mafê xwendekaran û pêşeroja wan a akademîk were parastin.

Piştî civînê bi daxuyaniyekê encamnameya civînê hat aşkerakirin.

Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim di encamnameyê de rewş û pêşeroja zanîngehê, encamên civîna li Şamê ya li gel wezîra perwerdeya bilind û berpirsên Wezareta Fêrkirina Bilind re hatibû lidarxistin, ji raya giştî re parve kirin.

Mislim da zanîn ku beriya niha komîteyeke perwerdeyê ya ser bi hikumeta vaguhêz ve serdana Zanîngeha Kobanê kiribû û gelek nîqaş hatibûn kirin. Lê piştî derketina encamên mufadeleyê, rewşa zanîngehê bi temamî zelal nebûbû. Ji ber vê yekê, di serdana dawîn de civîneke berfireh li Şamê li gel Wezareta Perwerdeya Bilind û bi amadebûna nûnerên Wezareta Fêrkirina Bilind hat kirin ku tê de pênase û pergala Zanîngeha Kobanê û Zanîngeha Rojava hatin guftûgokirin.

Mislim di axaftina xwe de got: “Em ji xwendekar û gelê xwe re radigihînin ku Zanîngeha Kobanê wekî kuliyat dê di bin rêxistineke nû de wekî yek girse tev li Zanîngeha Helebê bibe. Ev yekbûn dê ne mîna dabeşbûna asayî ya yek kesîbe be, belkî wekî yek kuliyat fermî dê were birêvebirin û bi berpirsyar û îdarî dê xwedî erk bin."

Her wiha hate destnîşankirin ku hemû bawernameyên Zanîngeha Kobanê dê bi awayekî fermî bi Zanîngeha Helebê re werin girêdan. Mamoste û xwendekarên zanîngehê jî dê bi heman awayî bi ser Zanîngeha Helebê ve bin.

ZANYARIYÊN HERÎ GIRÎNG DI DAXUYANIYÊ DE

Sîstema Xwendekaran: Xwendekarên ku niha di zanîngehê de dixwînin, dê li ser sîstema xwe ya berê berdewam bin û tu guhertin li ser mafên wan nayên kirin.

Pergala Tomarkirina Vekirî: Ev pergal dê wekî xwe bimîne û xwendekar dikarin tê de berdewam bin, tevî ku hîn gelek hûrgiliyên pergalê hene ku dê li gel Zanîngeha Helebê li ser bixebitin.

Bexşên Mufadeleyê yên Çûyî: Di civînê de li ser wan beşên mufadeleyê yên ku fersend ji xwendekaran re çûbû û negihîştibûnê lihevhatin çêbû. Dê ev beş careke din werin ragihandin da ku xwendekar bikarin serlêdanê bikin û bigihêjin armancên xwe.

Di dawiyê de Şervan Mislim diyar kir ku hemû daxwazên xwendekaran hatine pejirandin û ew ê van daxwazan hildin asta Wezareta Fêrkirina Bilind da ku bi temamî li ser lihevhatin pêk were û mafên hemû xwendekaran werin parastin.

(so)

ANHA