Li Kanadayê çalakiyên kurdan dewam dikin

Kurdistaniyên li çar aliyên Kanadayê ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên li ser Rojava li Ottawayê li hev kom bûn.

Li Kanadayê çalakiyên kurdan dewam dikin
24 ÇILE, 2026   11:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Meş bi banga hevpar a saziyên Kurdistanî hate lidarxistin û Kurdistaniyên ji çar aliyên cîhanê li hev kom bûn, peyama yekîtî, berxwedan û azadiyê dan.

Girseya gel serê sibehê ji bajarên cuda bi rê ketin û gihîştin Ottawayê. Piştre jî li ber avahiya Parlamentê li hev kom bûn û berxwedana Rojava silav kirin. Di çalakiyê de tim û tim dirûşmên "Bijî bexwedana Rojava", "Kurdistan wê li faşîzmê bibe goristan" û "Dawî li dagirkeriya dewleta Tirk bînin" hatin qîrîn.

Bi navê girseya gel daxuyaniyek hate dayin û hate ragihandin ku dewleta Tirk bi bêdengiya hêzên navneteweyî û erêkirina wan li Rojava êrişî sivîlan dike. Di daxuyaniyê de bi dewamî hate gotin, "Ya ku li Rojava êriş lê tê kirin ne tenê gelê Kurd e. Şoreşa jinê ye, jiyana hevpar a gelan e, têkoşîna mirovahiyê ya li dijî DAÎŞ'ê ye.

Meş li ber avahiya Parlamentê bi daxuyaniya çapemeniyê ya dawî bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.