Gelê Kobanê: Em ê bi israra xwe ya berxwedanê bi ser bikevin

Gel û şervanan diyar kir ku ew ê bi hemû hêza xwe li hember dijmin têkoşînê bikin û got “Em ê bi israra xwe ya berxwedanê bi ser bikevin.”

Gelê Kobanê: Em ê bi israra xwe ya berxwedanê bi ser bikevin
Gelê Kobanê: Em ê bi israra xwe ya berxwedanê bi ser bikevin
Gelê Kobanê: Em ê bi israra xwe ya berxwedanê bi ser bikevin
Gelê Kobanê: Em ê bi israra xwe ya berxwedanê bi ser bikevin
Gelê Kobanê: Em ê bi israra xwe ya berxwedanê bi ser bikevin
Gelê Kobanê: Em ê bi israra xwe ya berxwedanê bi ser bikevin
Gelê Kobanê: Em ê bi israra xwe ya berxwedanê bi ser bikevin
Gelê Kobanê: Em ê bi israra xwe ya berxwedanê bi ser bikevin
Gelê Kobanê: Em ê bi israra xwe ya berxwedanê bi ser bikevin
24 ÇILE, 2026   11:46
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Li ser bajarê Kobanê dorpêç di roja heftan de dewam dike. Lê gel bi hemû israra xwe ya berxwedanê li ber xwe dide.

Têkildarî vê mijarê de gel û şevanan nêrînên xwe ji ANHA`yê re anîn ziman.

Mehmûd Koran diyar kir ew ê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin û planên dijmin di Kobanê de têk bibin û wiha got: "Dema ku em dibêjin `berxwedan jiyane` ji zarokên 7 salî heta kal û pîrên 70 sarî berxwedanê dikin. Em tu carî nahêlin dijmin derbasî axa me bibe, ji ber ku me axa xwe bi xwîna şehîdên xwe ava kiriye. Lewra em bi hemû hêz û vîna herî xurt li ber xwe bibin û wê her tim îsrara me ya berxwedanê xut be.”

Zozan Bekir destnîşan kir ku Kobanê bajarê leheng û qehemanane, wê tu carî dijmin buhistekê pêle axa Kobanê bike û wiha pê de çû: "Çawa ku gelê bajarê Kobanê, di 2014`an de dijmin têk bir, em bi vî rihî careke dijmin dijmin têk bibin û wê serkeftin ya me be. ji ber ku em xwe li ser doza azadiyê bi rêxistin kiriye, wê her tim jî em ê bi ser bikevin û dijmin têk biçe."

Lûey Mihemed da zanîn ku çawa wan di bi hemû hêza xwe bi berxwedaniyeke herî xurt di 2014`an de li ber xwe dan û çeteyên DAIŞ`ê tune kir, ew ê careke din çeteyan tune bikin û wiha got: "Em ê bi rihê berxwedana Kobanê ya 2014`an li ber xwe bidin û çeteyan careke din tune bikin. Hêzên me gelê me ye û em ê bi yek rihî li ber xwe bibin û planên dijmin têk bibin."

Rênas Îbrahîm jî diyar kir ku vaye gel û şervanan şev û rojên xwe kirine yek û parastina bajarê xwe dikin û got: "Gel me li pişta me ye û em jî li pişta gelê xwe ne û em ê bi hev li ber xwe bibin û dijminê hovane li bajarê Kobanê têk bibin. Bila djimin tu carî xeyal neke ku derbasî me bibe, em ê bi hemû hêza xwe li hemberî dijmin bibin bend û wan tune bibin. Wê serkeftin a gelê Kurd be."

ANHA