Parlamentoya Norwêcê pêşwaziya şandeya Kurdan kir

Şandeyeke ji Rojava bi rayedarên hikumet û parlamentoya Norwecê re civiya û rewşa li Rojava, rêbazên parastina sivîlan û mekanîzmayên gihandina alîkariya mirovî nîqaş kirin.

24 ÇILE, 2026   11:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser daxwaza Partiya Karkeran a Norwêcê, Parlamentoya Norwêcê pêşwaziya şandeyeke Kurdên ji Rojava kir ku ji nûnerên Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS), Rêveberiya Xweser û çend partiyên siyasî û kesayetiyên serbixwe pêk tê.

Şande ji hêla wezîrê geşepêdan û hevkariya navneteweyî Asmund Aukrust, sekreterê giştî yê Wezareta Karên Derve ya Norwêcê Andreas Motzfeldt, şêwirmendê wezîrê karên derve yê Parastinê Jorn Pedersen û parlamenter Manî Hussaini ve hat pêşwazkirin.

Di civînê de, şandeya Kurdan rewşa mirovî ya xirab a li Rojava, bi taybetî li herêmên Cizîrê û Kobaniyê, anîn ziman. Şandeyê bal kişand ser êş û azarên sivîlan ên li van herêman.

Rayedarên partiyan û nûnerên hikumetê jî soz da ku fikar û daxwazên şandeyê rasterast ji hikumeta Norwecê re ragihînin û ji bo rakirina dorpêça li ser Kobaniyê û anîna alîkariya mirovî bixebitin. Her wiha soz dan ku zextê li ser hikumeta demkî bikin da ku deverên Kurdan biparêze û binpêkirinan rawestîne.

(k)