Li kampa Roj 6 hevkarên şaneyên DAIŞ’ê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Jin û Yekîneyên Parastina Jin YPJ`ê, 6 kesên ku hevkarî bi şaneyên çeteyên DAIŞ’ê yên di nava kampa Roj de girtin.

Li kampa Roj 6 hevkarên şaneyên DAIŞ’ê hatin girtin
Li kampa Roj 6 hevkarên şaneyên DAIŞ’ê hatin girtin
Li kampa Roj 6 hevkarên şaneyên DAIŞ’ê hatin girtin
Li kampa Roj 6 hevkarên şaneyên DAIŞ’ê hatin girtin
Li kampa Roj 6 hevkarên şaneyên DAIŞ’ê hatin girtin
Li kampa Roj 6 hevkarên şaneyên DAIŞ’ê hatin girtin
Li kampa Roj 6 hevkarên şaneyên DAIŞ’ê hatin girtin
Li kampa Roj 6 hevkarên şaneyên DAIŞ’ê hatin girtin
Li kampa Roj 6 hevkarên şaneyên DAIŞ’ê hatin girtin
6 nîsan, 2025   12:34
QAMIŞLO

Di çarçoveya Operasyona Lêgerînê de ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn - Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi piştgiriya YPJ`ê duh Şemiyê (5ê Nîsanê) li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li kampa Roj dabûn destpêkirin, 6 kesên ku bi şaneyên çeteyên DAIŞ’ê re hevkarî dikirin, hatin girtin.

Di roja duyem a operasyonê de li kampê lêgerîn hate pêk anîn, di encamê de, hin alav, cihên perwerdekirina zarokan li ser ramanên tundrew û hin belge hatin desteserkirin.

Kampa Roj bi qasî 10 km dikeve rojavayê bajarê Dêrikê yê girêdayî kantona Cizîrê. Li kampê 783 malbatên çeteyên DAIŞ’ê hene, ji wan 28 malbatên Iraqî û 15 malbatên Sûriyeyîne, yên mayî jî ji gelek biyanî ne.