Çalakiya li bendava Tişrînê bi biryardarî didome

Çalakvnên li bendava Tişrînê berxwedana xwe ya li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk didomînin.

Çalakiya li bendava Tişrînê bi biryardarî didome
Çalakiya li bendava Tişrînê bi biryardarî didome
Çalakiya li bendava Tişrînê bi biryardarî didome
Çalakiya li bendava Tişrînê bi biryardarî didome
6 nîsan, 2025   12:19
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedana xwe ya ji bo parastina bendava Tişrînê didomînin. Şênî ji 8’ê Çileya borî ve li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê diherikin bendava Tişrînê.

Çalakvanan biryardariya xwe ya berdewamkirina berxwedanê heta dawiyê anîn ziman. Her wiha dane zanîn ku mafê parastina bendavê li dijî êrişan bi kar bînin, ji ber ku bendav jêdereke girîng a ava vexwarinê û avdanê ye. Her wiha bang li civaka navdewletî kir ku ji bo rawestandina van êrîşan berpirsiyariyên xwe yên yasayî û mirovî pêk bîne.

Ji 8’ê Çileyê ve gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeê ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, li bi bendava Tişrînê çalakiya nobedariyê li dar dixin.

(k)