HPG: Dagirkeran 706 caran êriş kir

Artêşa Tirk a dagirker 13 caran bi balafirên şer, bi giştî 693 caran bi çekên giran, top û obusan êriş kir. Hêzên gerîla bersiva êrişan da û di encamê de mobesseyek hate îmhakirin.

HPG: Dagirkeran 706 caran êriş kir
6 nîsan, 2025   12:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser qadên gerîla daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatine parvekirin:

“Êrişên ku artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer pêk anîn;

3, 4, 5 û 6’ê Nîsanê qadên Dêreşê, Yekmalê, Girê Kun ên herêma Garê 8 caran, Qada Berxwedanê ya Sinînê ya herêma Xakurkê carekê, Qadên Berxwedanê yên Şêlazê, Dergelê, Bêşîlî yên herêma Metînayê 4 caran; bi giştî 13 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran, top û obusan pêk anîn;

4 û  5’ê Nîsanê Qadên Berxwedanê yên Berê Zînê, Şehîd Şerîf, Lolan û Sinînê yên herêma Xakurkê 44 caran, qadên Mijê, Girgaşê, Dêreşê, Girê Kun, Girê Zengil ên herêma Garê 46 caran, Qadên Berxwedanê yên Şêlazê, Serê Metîna, Dergelê yên herêma Metîna 90 caran, Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê û Girê Bahar ên herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 513 caran; bi giştî 693 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombebarankirin.

Mudaxileyên ku hêzên me li êrîşan kirine;

4’ê Nîsanê kamereyeke mobesse ya ku dagirkeran bi armanca çavdêriyê li Qada Berxwedanê ya Kanî Qirêj a herêma Xakurkê bi cih kirî, hate îmhakirin.

4’ê Nîsanê di saet 07.00’an de dagirkeran êrişî tunelên berxwedanê yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê kirin. Bi çekên nîv otomatîk mudaxileyî dagirkeran hate kirin.

4’ê Nîsanê di saet 13.00’an de dagirkeran êrişî tunelên berxwedanê yên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê kirin. Bi çekên nîv otomatîk mudaxileyî dagirkeran hate kirin.”