Beşên nû li Nexweşxaneya Wetenî ya Reqayê hatin vekirin

Desteya Tenduristiyê ya kantona Reqayê amûrek MRI, amûrek tomografiyê, amûrek tîrêjên Xˊê ya sade, santralek oksîjenê dan Nexweşxaneya Wetenî ya Reqayê û avahiya nexweşxaneyê sererast kir.

Beşên nû li Nexweşxaneya Wetenî ya Reqayê hatin vekirin
Beşên nû li Nexweşxaneya Wetenî ya Reqayê hatin vekirin
Beşên nû li Nexweşxaneya Wetenî ya Reqayê hatin vekirin
Beşên nû li Nexweşxaneya Wetenî ya Reqayê hatin vekirin
Beşên nû li Nexweşxaneya Wetenî ya Reqayê hatin vekirin
Beşên nû li Nexweşxaneya Wetenî ya Reqayê hatin vekirin
Beşên nû li Nexweşxaneya Wetenî ya Reqayê hatin vekirin
Beşên nû li Nexweşxaneya Wetenî ya Reqayê hatin vekirin
2 ÇILE, 2026   06:45
REQA
MIHEMED XELÎL

Bi armanca pêşxistina rewşa tenduristî ya kantona Reqayê, Desteya Tenduristiyê beşên nû di Nexweşxaneya Wetenî ya Reqayê de vekirin û avahiya kevin a ji ber şer wêran bûbû sererast kir..

Desteyê amûrek MRI ku xizmetî bi bihayên sembolîlk pêşkêş dike, amûra tomorgafiyê û amûra tîrêjên X ya sade bê pere xizmetê pêşkêş dikin dan nenxweşxaneyê. Desteyê di nîvê dawî yê aslê de santralek oksojînê bi hêza hilberînê ya navîn vekir.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya kantonê bijîşk Mihemed El Abid diyar kir ku piraniya xebatên tenduristiyê di nîvê dawî yê salê ya 2025ˊan de hatin kirin, weke beşa X, sererastkirina avahiya kevn a nexweşxaneyê û beşa MRI.

Bi rêya tomarkirina dorê, rojane beşa MRIˊê nêzî 12 wêneyan dikişîne, bihaya her wêneyekî 150 hezar lîreya Sûriyeyê bêyî derzîkirinê ye, tevî derzîkirinê 200 hezar e. Li beramber wê di klînîkên taybet her wêneyek 800 hezar e. Bi wê re nexweşxane barê welatiyan sivik dike.

Abid da zanîn ku ji wan xebatan, çaksazkirin û nûkirina avahiya kevin a nexweşxaneyê bû û got: "Me hemû amûr û pêdiviyên nû peyda kirin. Wê di nîvê Çileyê de bi dawî bibe."

Li gorî avahiya nû ya ku tê sererastkirin Abid anî ziman ku piştî were sererastkirin wê tevahî beş ji avahiya kevin weke (destwerdana lezgîn, pêşwazîkirin, lênêrîna baldar, nûjdarî, beşa şewatan, beşa hundirîn, beşa ziravê û hestî ) werin veguhastin û bibe avahiyek temam. Ew yek wê di nîvê Çileya 2026ˋan de temam bibe.

BEŞA GURCIKAN

Abid destnîşan kir ku beşa gurcikan a herî zêde dixebite, hejmara nexweşxan zêde dibe, ne tenê ji Reqayê serdanê dikin, ji Tebqa, Hesekê û Meidanê tên, ev yek zexteke mezin li ser beşê çêdike.

Abid diyar kir ku ev beş di rojê de 20 saetan dixebite, ji ber hejmara nexweşên şûştina gurçikan dibe beş were berfirehkirin.

XEBATÊN 2026'AN

Abid der barê xebatên 2026ˊan de anî ziman ku desteyê li gorî derfetên heyî yên li gel Rêveberiya Xweser xebatên nû jê re rakirine, weke avakirina nexweşxaneya dil, berfirehkirina nexweşxaneya zarokan û çaksazîkirina hin navendên tenduristiyê û avakirina taqîgeheke navendî.

(mh/fr)

ANHA