Li Humsê kesek hat kuştin

Li bajarê Humsê çekdarên nenas kesek li pêşiya mala wî kuştin.

Li Humsê kesek hat kuştin
18 cotmeh, 2026   18:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêma Dahiyet El Welîd a bajarê Humsê kesek li pêşiya mala xwe ji aliyê çekdarên nenas ve hat kuştin.

Li gorî agahiyên ku SOHR‘ê dane, çekdarên nenas ku ji erebeyekê peyda bûn bi îdiya kirîna benzînê gule li firoşkarekî benzînê reşandin û ji cihê bûyerê reviyan. Firoşkar ku ji serê xwe ve derbe xwarin di cih de hat kuştin. Êriş li pêşiya mala firoşkarê benzînê hat kirin.

Li gorî çavkaniyên xwecih, kesê hatî kuştin ji gundê Cora Cewamîs ê devera Dirêkîş a parêzgeha Tertûsê ye û li bajarê Humsê bi cih bibû.

(bb)