Li Çilaxayê di qezayekê de ciwanek bi giranî birîndar bû

Li qada Şehîd Mahsûm a bajarê Çilaxayê di qezayeke trafîkê de ciwanek bi giranî birîndar bû.

Li Çilaxayê di qezayekê de ciwanek bi giranî birîndar bû
18 cotmeh, 2026   19:31
QAMIŞLO

Li qada Şehîd Mahsûm a bajarê Çilaxayê motorsîklêtek û erebeyek li hev qelibîn. Di qezayê de ajokarê motorsîklêtê bi giranî birîndar bû. Birîndar rakirin nexweşxaneyeke bajarê Girkê Legê.

Li gorî agahiyên ku me ji Navenda Polîsên Trafîkê wergirtine, ciwanê birîndar bi navê Miyeser El Cedû e û ji xelkê gundê Zexîrayê ye.

Duh jî li ser rêya gundê Xerab Bajarê ji ber leza zêde motorsîklêtekê û erebeyekê qeza kirin. Di encamê de ciwanek bi navê Welîd Meed Hisên El Ebas ê ji heman gundî jiyana xwe ji dest da.

(bb)